Xelkê Çilaxayê sersaxî da malbata şehîdekî QSDˊê

Xelkê bajarê Çilaxa û bajarokên wê sersaxî da malbata şervanê QSDˊê şehîd Bêkes Çilaxa.

Xelkê Çilaxayê sersaxî da malbata şehîdekî QSDˊê
Xelkê Çilaxayê sersaxî da malbata şehîdekî QSDˊê
Xelkê Çilaxayê sersaxî da malbata şehîdekî QSDˊê
Xelkê Çilaxayê sersaxî da malbata şehîdekî QSDˊê
Xelkê Çilaxayê sersaxî da malbata şehîdekî QSDˊê
Xelkê Çilaxayê sersaxî da malbata şehîdekî QSDˊê
Xelkê Çilaxayê sersaxî da malbata şehîdekî QSDˊê
Xelkê Çilaxayê sersaxî da malbata şehîdekî QSDˊê
13 tebax, 2025   11:57
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Çilaxa û bajarokên wê yê girêdayî kantona Cizîrê berê xwe da konê sersaxiyê yê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Bêkes Çilaxa (Fadî Ebdulwehab Heyder). Kon li pêş mala malbata şehîd a li Taxa Şehîd Selahedîn-Cidêde hat vedan.

Şervan Bêkes Çilaxa di 6ˊê Tebaxê de dema li ser erka xwe bû, di qezayeke trafîkê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de malbatên şehîdan, xelkê bajêr, endamên saziyan û nûnerên ji partiyên siyasî û leşkerî amade bûn.

Hevserokê Meclisa Bajarê Çilaxa Feysel Hesen sersaxî da malbata şehîd û got: "Şoreşa me şoreşa şehîdan e. Her pêşketin û destkeftî bi saya fedakariyan şehîdan e. Em ê heta serkeftinê têkoşîna xwe bidomînin."

Hesen di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Em, malbatên şehîdan, gelê herêmê deyndarê van lehengan in. Divê em destkeftiyên wan biparêzin û li şopa armancên di oxira wê şehîd ketine de bimeşin."

Dûre apê şehîd, Terhan Hesen soza şopandina rêça şehîd û tevahî şehîdan a parastina xakê û destkeftiyan da.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Bêkes Çilaxa hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA