Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û êrişên dewleta Tirk bisekinînin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê êrişên dewleta Tirk şermezar kir
10 tîrmeh 2024   15:05
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê daxuyaniyek da raya giştî. Endama rêveberiya emclisê Roşan Mihemed daxuyanî xwend. Bi dehan endamên saziyên sivîl, partî, meclis û komînan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li Qada Şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de êriş, girtina hovane û çewisandina li dijî sûriyeyiyan li herêmên dagirkirî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û îstixbarata Tirkiyeyê ve têne kirin, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker piştî ku nekarî şoreşa Sûriyeyê têk bibe, bi rêya nijadperestên tirk êriş penaberên sûriyeyî kir û siyaseta qirkirina bendekî û çandî li dijî herêmên dagirkirî dagirkirî, qirkirina nijadî li dijî gelê kurd li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî meşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi rêbazên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina herêmê, sûc, êriş û xiyaneta malbata Barzanî hate kirin û bang li hêzên navneteweyî hate kirin ji bo ku destwerdanê bikin, van sûcan rawestînin, heke wisa nekin dê herêmên din bên dagirkirin û hegemonyaya dewleta Tirk firehtir bibe.

(şx)