Xebatkarên tenduristiyê rabûn xwepêşandanê

Li Qamişloyê xebatkarên Nexweşxaneya Gel li hember biryara hikumeta demkî ya tenê zêdekirina mûçeyên hinek xebatkarên tenduristiyê, rabûn xwepêşandanê.

Xebatkarên tenduristiyê rabûn xwepêşandanê
Xebatkarên tenduristiyê rabûn xwepêşandanê
Xebatkarên tenduristiyê rabûn xwepêşandanê
Xebatkarên tenduristiyê rabûn xwepêşandanê
Xebatkarên tenduristiyê rabûn xwepêşandanê
Xebatkarên tenduristiyê rabûn xwepêşandanê
Xebatkarên tenduristiyê rabûn xwepêşandanê
25 gulan, 2026   14:37
QAMIŞLO

Karker, karmend û xebatkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Gel a Qamişloyê li hember biryara Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta demkî rabûn xwepêşandanê. 

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta demkî biryar derxistiye ku mûçeyê rêveber û cîgirên nexweşxane, bijîşkan û hemşîre zêde kirine. Hemşîre jî li gorî asta wan dê mûçeyê wan were dayîn. Karmendên îdarî yê nexweşxaneyê li hemberî vê biryarê rabûn xwepêşandanê û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Xebatkarên tenduristiyê li pêşiya Nexweşxaneya Gel xwepêşandan organîze kirin û pankart bilind kiribûn.

Ji xwepêşandêran cîgirê fenî yê Nexweşxaneya Gel Mihemed Şêxî nêrîna xwe anî ziman û got: "Em destekê didin kadroyên tenduristiyê, mûçeyê wan gelekî kêm e û zêde nekirine. Divê cudahiyê nexin navbera kadroyên tenduristiyê û rêveberan. Ji bo xebatkarên tenduristiyê biryareke neqanûnî hatiye girtin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku ev biryar li ber çavan were girtin."

Hemşîre Hîbe Hesen El Casim jî got: "Ez ji sala 2017`an ve li nexweşxanê dixebitim. Bi vê biryarê re cudahî xistine navbera kadro û xebatkarên tenduristiyê. Gelekî zulm li me kirin, em daxwaz dikin ku wekhev mûçe bidin û cudahiyê nexin navbera me. Her tişt biha ye û em nikarin debara jiyana xwe bikin.”

(np)

ANHA