Xebatên paqijiyê vê hefteyê li taxa Nasirayê ne

Xebata paqijî û hişmendiya jîngehî ku li bajarê Hesekê berdewam dikin, vê hefteyê li taxa Nasirayê didomin.

8 tîrmeh, 2025   13:03
HESEKÊ

Di çarçoveya hewldanên xwe yên domdar ên bi armanca pêşxistina rewşa xizmetguzarî û pêşxistina hişmendiya paqijî û jîngehê de, Şaredariya Gel a Hesekê bi beşdariya hemû beşên wê xebatên heftane yên paqijiyê li bajarê Hesekê didomîne. Xebatên paqijiyê îro li taxa Nasirayê dest pê kirin.

Tevî endamên şaredariyê, endamên meclis, komîn û hejmareke şênî bi tevkarî beşdarî xebatên paqijkirina kolan û naverêyan û rakirina çopê bûn.

Di çarçoveyê xebata paqijiyê de çanda paqijiyê di nava civakê de tê belavkirin. Beşdarên xebatê şêniyan hişyarî dikin ku çopê biavêjin cihên taybet û girîngiya aktîfkirina rola civaka xwecih di piştevaniya bi aliyên têkildar re nîşan didin.

Berpirsên xebatê diyar kir ku dê mîna van çalakiyan li tevahî taxên bajar pêk werin. Her wiha îşaret pê kirin ku paqijî berpirsyariya civakî ye û yek ji nirxên bingehîn ên avakirina civakeke durist û zane ye.

(bb)

ANHA