Xabûr FM'ê dikeve sala xwe ya 12'an

Xabûr FM'ê ku rêwîtiya xwe ya çapemeniyê di 2015'an de dest pê kiriye, wekî dengê jiyana hevbeş xebata xwe didomîne. Xabûr Fm li hemberî êriş, şert û mercên şer û dezenformasyona medyayî dengê heqîqetê radighîne.

Xabûr FM'ê dikeve sala xwe ya 12'an
Xabûr FM'ê dikeve sala xwe ya 12'an
Xabûr FM'ê dikeve sala xwe ya 12'an
Xabûr FM'ê dikeve sala xwe ya 12'an
Xabûr FM'ê dikeve sala xwe ya 12'an
Xabûr FM'ê dikeve sala xwe ya 12'an
14 gulan, 2026   09:36
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Radyoya Xabûr FM'ê ku yek ji destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye, li hemberî polîtîkayên înkar û çewisandinê ku rejîma Baasê li hemberî pêkhateyan dida meşandin, wekî dengê jiyana hevbeş a di navbera gelan de hat damezirandin.

Radyoya Xabûr FM ji aliyê 4 hezkiriyên xebata ragihandinê (3 jin û mêrek) ve bi dirûşma "Dengê Biratiya Gelan" li Hesekê hat vekirin. Xabûr bi zimanên erebî û kurdî weşanê dike xeta çapemeniya azad û xurtkirina jiyana hevbeş di navbera gelan de esas girtiye.

Xabûr FM'ê li ser pêla 96.30 weşanê dike, bi bernameyên xwe yên civakî, siyasî, çandî, hunerî, aborî, îdeolojî, jin, ciwan, zarok û û blûtenên nûçeyan karibû di demeke kurt ji aliyê pêkhateyên Hesekê ve were pêşwazîkirin. Bi zêdebûna eleqeyê bi radyoayê re tevlêbûna endaman çêbû.

Xebatkara Xabûr FM’ê Zîlan Îsa bi boneya salvegera 12'emîn a damezirandina Xabûr FM'ê ji ajansa me re axivî. Zîlanê behsa ezmûna xwe di Xabûr FM'ê de kir û anî ziman ku xebata wê ne tenê karekî rojnamegeriyê ye, lê belê mîna dibistanekê ye ku fêrî karê rojnamegerî û radyoyê dibin.

Zîlanê ku 4 salên xwe di vê xebatê de borandiye diyar kir ku wan bi asteke sînorkirî dest pê kir, piştre gav bi gav fêrî çêkirina nûçe, bername û karên cûrbecûr ên rojnamegeriyê bûn. Her wiha anî ziman ku xebata medyayê hewldanek girîng û domdar ji bo derbaskirina zehmetiyan hewce dike.

Zîlan Îsa destnîşan kir ku Xabûr FM'ê di salên xebata xwe de gelek destkeftî û pêşketin bi dest xistiye û  armanca wê ya sereke ew e ku rastiyê ji raya giştî re ragihîne.

Zîlan Îsa di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên vê dawiyê yên li ser herêmê û got, aliyên dijber di serî de rojnamevan dikin hedef da ku rê nedin rastî were ragihandin û bandor li ser raya giştî çêbibe, di heman demê de da ku fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de çêbibe

Zîlan bal kişand ser belavbûna nûçeyên derew û diyar kir ku armanc ji van nûçeyan derew e ku di navbera Ereb û Kurdan de parçebûnê çêbibe û jiyana hevbeş lawaz bibe . Zîlanê bang li civakê kir ku ji hewldanên derxistina fitneyan hişyar bûn û guh nedin nûçeyên derewîn.

Zîlan anî ziman ku di Xabûr FM'ê de weşangeriyeke baş ji bo jinan hatiye veqetandin û got: "Di demekê de ku hewl tên dayîn rol û dengê jinan kêm kêm bibe, em bi bernameyên xwe cih didin beşdariya çalak a jinan di hemû qadan de. "

Di dewama axaftina xwe de rojnamevan Zîlan Îsa destnîşan kir ku di demên dawî de bi belavkirina nûçeyên derew û ne pêbawer re wan bi bernameyên xwe girîngî dan hişyarkirina civakê ji xetereyên agahiyên şaş ên ên medyayê û ev li gotinên xwe zêde kirin "Armanca me ew e ku em asta civakê pêş bixin û wan arasteyî çavkaniyên pêbawer bikin. Li şûna medyayên ku agahiyên şaş parvd dikin, divê medyaya xwecih ên ku ji destpêka şoreşê ve dengên gel in, lêvegera esasî bimînin."

Zîlan Îsa şehîdên ragihandina heqîqetê bi bîr anîn, di heman demê de salvegera  damezirandina Xabûr FM'ê pîroz kir, her wiha anî ziman ku dê xebata li ser şopa heqîqetê û ragihandina azad bidomînin.

(bb)

ANHA