Festîvala Şehîd Bawer Agir di roja 2ˊyemîn de çalakiyên cuda li dar xistin

Festîvala Şehîd Bawer Agir a 6’emîn di roja xwe ya duyemîn de li bajarê Kobanê bi çalakiyên cuda dewam kir.

12 cotmeh, 2025   19:44
KOBANÊ

Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Bawer Agir a 6’emîn a ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ve ya bi dirûşma `Bi hêvî û baweriya şehîdan, aştî û civaka demokratîk, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike’ li Stadyuma Şehîd Bawer Agir a li bajarê kobanê duh hatibû destpêkirin, îro di roja duyemîn de, di beşa werzîşê de berdewam dike.

Di Festîvalê de bi sedan şêniyên kantoan Firatê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojilatê Sûriyeyê, patiyên siyasî, rêxistinên jinan, saziyên sivîl û gelek mêvan ji kantonên Reqa,Tebqa û Cizîrê, amade bûn.

Di Festîvalê de ev çalakî hatin lidarxistin:

Pêşbirka bezê û biskilîtan saet di 10.30ˊan de li Qada Jina Azad dest pê kir, heta Stadyuma Şehîd Bawer bi dawî bû.

Lîstika şetrencê (kişik) li Stadyuma Şehîd bawer saet 12.00ˊan de hat lîstin.

Pêşbirka Zarokan saet 13.00ˊan hat lidarxistin.

Gel û beşdaran saet 13.00ˊan de berê xwe da Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê û li wir şanoyek hat pêşkêşkirin.

Saet 14.00ˊan şêniyan li eywana Şehîd Masûd li lîstika volybolê ya di navbera du tîman de hatiye lîstin, temaşe kir.

Saet 15.00ˊan de careke de gel berê xwe da Stadyuma Şehîd Bawer Agir û li maçên tîmên sporê yên bajarê Kobanê û Cizîrê temaşe kirin.

Saet 16.00ˊan, di navbera 2 tîmên jinan de; tîma Kobanê û tîma Serdemê ya Hesekê maçek hat destpêkirin.

Saet 17.30ˊan de di navbera 2 tîmên xortan; tîma Kobanê û tîma Serdemê ya Hesekê de maçek hat lidarxistin.

Roja duyemîn a festîvalê bi dîlan û stranan, bi diruşma "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(sş/fr)

ANHA