Wezîrê Derve yê Fransa wê bi Mazlûm Ebdî re bicive

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ragihand ku ew ê li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî re bicive.

Wezîrê Derve yê Fransa wê bi Mazlûm Ebdî re bicive
5 sibat, 2026   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li qesra Tişrînê ya Şamê bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Eseed El Şîban re civiya. 

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê piştî hevdîtinê, daxuyaniyek da çapemeniyê û got lihevkirina QSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ji bo pêşxistina mafên bingehîn ên gelê Kurd gavekî girîng e.

Her wiha di daxuyaniyê de agahî da ku ew ê îro li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî re vê lihevkirinê binirxîne. 

Jean-Noël Barrot got, hevkariya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û QSD`ê wê têkoşîna li hemberî DAIŞ xurtir bike û ev mijar ji bo Fransa di rêza yekem de ye.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê anî ziman ku ji bo Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê karê xwe berdewam bike ew ê ji hemû aliyan ve alîkar bin û Fransa li piştî gelê Sûriyeyê ye ku îro firset çêbûye pêşerojeke nû ji bo Sûriyeyê ava bikin.

(np)