Wezîrê awisturyayî xwest dersînorkirina penaberên sûriyeyî were nîqaşkirin

Wezîrê karên derve yê Awisturyayê Gerhard Karner xwest mijara dersînorkirina penaberên ji Sûriyeyê yên li welatên Yekitiya Ewropayê were nîqaşkirin.

Wezîrê awisturyayî xwest dersînorkirina penaberên sûriyeyî were nîqaşkirin
5 adar, 2024   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Awisturyayê Gerhard Karner beriya civîna wezîrên karên hundir ên welatên Yekitiya Ewropayê ku duh (duşemê) li Brukselê pêk hatibû, ji bo kêmkirina zextên penaber û koçberan li ser Ewropayê banga pêkanîna "Peyamana Penaberî û Koçberiyê" kir.

Gerhard Karner anî ziman ku hin herêmên Sûriyeyê ji bo vegera penaberan ewle bûne.

Wezîra jîngeh û enerjiyê yê Awisturyayê Leonore Gossler jî anî ziman ku daxuyaniyên Karner helwest û rêgeza hikumeta Awisturyayê temsîl nakin û got pêşniyarên wî ji aliyê qanûnî ve nayên pêkanîn û li dijî Peymana Mafên Mirovan in.

(bb)