Wezareta Olî ya hikumeta demkî çeteyan li dijî gelê Rojava sor kir

Wezareta Karûbarên Olî (Ewqaf) ya hikumeta demkî komên çete li dijî gelên Rojava sor dike û li ser şopa rejîma Sedam Hisên ji bo pêkanîna komkujiyan sûreta El Anfal bi kar anî.

Wezareta Olî ya hikumeta demkî çeteyan li dijî gelê Rojava sor kir
20 ÇILE, 2026   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karûbarên Olî (Ewqaf) ya hikumeta demkî daxuyaniyek belav kir û meleyên mizgeftan xwest ku ji "serkeftina artêşê" dua bikin. 

Wezaretê komên çete li dijî gelên berêmên sor kir û êrişên li ser Hesekê û Kobanê weke "fetih" bi nav kir.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de sûreta El Enfal ya Qurana pîroz bi kar anî, ku rejîma berê ya Îraqê di serdema Sedam Hisên de, salên 1987 û 1988 heman sûret ji bo pêkanîna komkujyan li dijî gelê başûrê Kurdistanê bi kar anîbû.

(k)