Werîşe Muradî 12 roj e di greva birçîbûnê de ya

Endama KJAR’ê û girtiya siyasî Werîşe Muradî li dijî sepandina cezayê darvekirinê ji aliyê rejîma Îranê ve, 12 rojin di greva birçîbûnê deye.

Werîşe Muradî 12 roj e di greva birçîbûnê de ya
21 cotmeh, 2024   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku bi sûcdariya ‘îsyanê’ bêyî ku were darizandin, ji 14 mehan zêdetire li Girtîgeha Evînê di kogûşa jinan de girtiye, 12 rojin di greva birçîbûnê ya bê dem deye.

Li gorî Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihandî,

Girtiyê siyasî ku gelek nexweşiyên cur bi cur ên weke êşa gihikan û piştê girtiye û di çend mehên borî de dest bi wergirtina dermankirina fizîkî kiribû. Lê ji destpêka grevê ve dest ji dermankirinê berdabû û berdewamiya pêvajoyê red kiribû.

Piştî destpêkirina greva birçîbûnê çend rojan, Werîşe Muradî bi nameyekê ku di Radyo Zemane de hatibû belavkirin, wiha nivîsîbû: “Bila nehêlin şerên herêmî û dersînorî, bibe sedema veşartina zextên navxweyî. Hewldana min a grevê ji bo vê yekê ye, emê nehêlin dengê şervanên herêmê yên ku bi lehengî li ber xwe dane, di nava kaosa şer û lîstikên bê encam de winda bibin.”

Girtiya siyasî di dewama nameyê de destnîşan kir ku ji bo encam û helwestên zelal ên kampanyayên ‘Na ji Cezayê Darvekirinê re’ yên li çar aliyê cîhanê ku ji aliyê kom, sazî û rêxistinên navneteweyî ve hatine lidarxistin, were bidestxistin, dê greva xwe ya birçîbûnê ya bê dem berdewam bike.

Derbarê greva Werîşa Muradî de jî KJAR’ê di daxuyaniyekê de ragihand ku Werîşe Muradî dengê civakê ye, bi taybetî ew jinên kedkar yên ku her roj rastî êrişên rejîma Îslamî tên. KJAR’ê got: “Xwedî derketina li Werîşe Muradî, xwedî derketina li dengê azadiya jinê ye. Di heman demê de Werîşe Muradî dengê hemû jinên ku ji bo bidestxistina azadiyê gav avêtineye. Helwesteke li dijî siyaseta nemirovane ya rejîma Îslamî ye.”