Welatiyên Amûdê bi çalakiyeke konvedanê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Ev du roj e welatiyên navçeya Amûdê êrişên li dijî herêmê bi çalakiyeke konvedanê li pêşiya ‎kargeha zeytûnê ya ku duh hatibû bombebaran kirin, şermezar dikin. ‎

Welatiyên Amûdê bi çalakiyeke konvedanê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Welatiyên Amûdê bi çalakiyeke konvedanê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Welatiyên Amûdê bi çalakiyeke konvedanê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Welatiyên Amûdê bi çalakiyeke konvedanê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Welatiyên Amûdê bi çalakiyeke konvedanê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
26 kanûn, 2023   16:24
QAMIŞLO ‎

Kargeha zeytûnê ya li Amûdê di 25`ê mehê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebarankirin. Têkildarî mijarê Însiyatîfa Ge a navçeyê li pêşiya kargehê çalakiyeke konvedanê ya şermezarkirina êrişan veda. Di çalakiyê de bi dehan welatiyên bajarê beşdar bûn.

Di bin konê çalakiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Muhemed Çolî axivî û wiha got: armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî bînesaziyên herêmê aşkera ye, lê ew ê tu carî bi van êrişan armancên xwe pêk neyên. Ji ber em ê destkeftiyên gelê xwe û yê herêmê biparêzin û berxwedana xwe bilind bikin."

Çalakiya konvedanê bi şermezarkirina êrişan bi dawî bû.

(lî)

ANHA