Wê 300 rojnamevan banga Rêber Apo bişopînin

Hate ragihandin ku herî kêm wê 300 rojnamevan banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan bişopînin.

Wê 300 rojnamevan banga Rêber Apo bişopînin
27 sibat, 2025   15:34
NAVEND NÛÇEYAN

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê hevdîtin bi Rêber Apo Abdullah Ocalan re kir û vegeriya.

Heyet wê li Taksîm a Stenbolê li Elit World Otelê saet di 17:00 de daxuyaniyê bide.

Hate ragihandin ku nêzî 300 rojnamevanan ji bo şopandina daxuyaniyê serlêdana akredîtasyonê kirine. Li gorî agahiyan çapemeniya navneteweyî daxuyaniyê ji nêz ve dişopîne.