Vegera DAIŞ’ê gefê li Sûriyeyê dixwe

Kovareke Amerîkayê hişiyariya vegera bi hêz ya DAIŞ’ê li Sûriyeyê da, ku sûdê ji rewşa tevlîhev bigire û êrişên xwe pêk bîne, her wiha nivîsî ku vekşîna Amerîkayê wê aramiya herêmê têk bibe û ewlehiya Sûriyê û herêmê bixe xeterê.

Vegera DAIŞ’ê gefê li Sûriyeyê dixwe
19 îlon, 2025   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Kovara Amerîkî ya bi navê Foreign Affairs raporeke berfireh li ser rewşa Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed di dawiya sala 2024’an de weşand, kovarê hişyariya vegera bihêz a DAIŞ’ê û bandora vekişîna Amerîkayê li ser siberoja aramiya Sûriyeyê da.

Li gorî heman raporê Sûriyeyê ku niha ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ve tê birêvebirin, di nav tundûtûjiya mezhebî ya zêde û êrişên Îsraîlê yên dubare de, rastî pirsgirêkên ewlehî, siyasî û aborî yên kûr tê.

Her wiha di raporê de hate destnîşan kirin ku DAIŞ’ê sûd ji rewşa tevlîhev girt ji bo ji nû ve xwe bi rêxistin bike, êrişan li dijî kêmneteweyên olî û saziyên hikûmetê pêk anî, di nav de teqandina dêreke li Şamê ku bi dehan kes kuştin.

Kovarê piştrast kir ku hêza çeteyên DAIŞ’ê pêşketîtir bûye, di salekê de berpirsiyariya nêzî 294 êrişan girt ser xwe, tenê 121 êriş di sala 2023’an de pêk anî. Li gorî raporê, ev zêdebûna êrişan gefê li aramiya Sûriyeyê dixwe.

Derbarê vekişîna Amerîkayê de, kovara Foreign Affairs nivîsî ku vekişîna Amerîkayê wê hêza Hevpeymaniya Navneteweyî li dijî DAIŞ’ê qels dike û hewldanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên ji bo astengkirina çeteyên DAIŞê têk bibe. Raportê hişyarî da ku nebûna Washingtonê dikare derî li ber vejîneke berfireh a DAIŞê veke, ku ewlehiya tevahiya herêmê tehdît bike.

Kovarê diyar kir ku çalakiyên DAIŞ’ê bihara borî zêde bû. piştî tundûtûjiya mezhebî li herêma peravê, DAIŞ’ê rêze êriş li dijî Hêzên QSD’ê dest pê kirin. Di meha Gulanê de, piştî bûyerên li Siwêdayê êrişên din pêk anîn.

(ac)

ANHA