Ukraynayê balafireke şer a Rûsyayê xiste xwarê

Ukraynayê ragihand ku hêzên wê di operasyona li dijî bajarê Kursk ê Rûsyayê de, balafireke şer a Su-35 a Rûsyayê xistiye xwarê.

Ukraynayê balafireke şer a Rûsyayê xiste xwarê
7 hezîran, 2025   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Ukraynayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê yên hewayî di operasyona li dijî bajarê Kursk ê Rûsyayê ve balafireke şer a Su-35 a Rûsyayê xistiye xwarê.

Di daxuyaniya artêşê de ku li ser Telegramê hatiye parvekirin, wiha hate gotin: "Sibeha 7’ê Hezîrana 2025’an hêzên hewayî yên Ukrayanyê operasyoneke serkeftî ber bi Kurskê ve pêk anî. Di operasyonê de balafireke şer a Su-35 a Rûsyayê hat xistin."

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê der barê bûyerê de heya niha tu daxuyanî nedane.

Dezgeha Ewlehiyê ya Ukraynayê çend roj berê bi dronan zêdetirî 40 balafirên leşkerî yên Rûsyayê kirin hedef. Di encamê de hejmarek topên stratejîk ên Tu-95 û Tu-22 hatin rûxandin an jî zirar dîtin ku di êrişên li ser axa Ukraynayê dihatin bikaranîn.

(bb)