‘Tunehesibandina Cejna Ekîto tunehesibandina nasnameya pêkhateyeke resen e’

Komeleya Çandê ya Suryanî nerazîbûn nîşanî hikumeta veguhêz da ku Cejna Ekîto tune hesiband û diyar kir ku tunehesibandina vê cejnê tunehesibandina nasnameya pêkhateyeke nîştimanî ya resen e.

‘Tunehesibandina Cejna Ekîto tunehesibandina nasnameya pêkhateyeke resen e’
6 cotmeh, 2025   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê duh biryanameya 188ˋan a sala 2025`an a der barê roj û cejnên fermî de derxist. Di biryarnameyê de Sersala Babilî, Asurî, Suryanî (Cejna Ekîto) jî di nav de, gelek roj û cejnên gelê Kurd û gelên din ên Sûriyeyê hatine paşguhkirin.  

Komeleya Çandê ya Suryanî der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Komeleyê nerazîbûn nîşanî tunehesibandina Cejna Ekîto dan û got: “Dîroka Cejna Ekîto zêdetirî 7 hezar salan e. Ev cejn ne boneyeke olî an folklorî ye ji rêzê ye. Lê belê sembolek çandî ya resen a Sûriyeyê ye ku kokên vê axê û dîroka wê ya kevnar a mirovahiyê nîşan dide. Pîrozkirina vê boneyê îfadeya berdewamiya yek ji kevintirîn gelan e ku beşdarî avakirina şaristaniya Sûriyeyê û dewlemendkirina wê bi nirxên çandî, zanistî û ruhî bûne. Paşguhkirina vê cejnê di belgeyeke fermî de, paşguhkirina nasnameya pêkhateyeke nîştimanî ya resen e. Di heman demê de paşguhkirina beşek ji bîra dîrokî ya Sûriyeyê ye. Em piştrast dikin ku naskirina Cejna Ekîto daxwazek mezhebî nîn e, lê belê baweriyeke rastîn bi rêgezên pirrengî û hemwelatîbûna wekhev a ku Sûriyeya nûjen li ser hatiye avakirin, nîşan dide.

Li ser vî esasî em bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê dike ku lîsteya xwe ya fermî ya cejnan ji nû ve binirxîne û Ekîto tev lê bike. Rêzê bide pirrengiya çandî, olî û şaristanî ya welêt.

Em Sûriyeke ji bo tevahiyan dixwazin ku rêzê bide hemû pêkhateyên wê. Ji ber ku hêz di pirrengiya wê ye û naskirina hemû pêkhateyan bingeha yekitiya wê ye.”

(bb)

ANHA