Li Şamê ajokarekî ambulansê hat revandin

Ajokarekî ambulansê yê ji Qamişloyê dema li ser karê xwe bû, li Şamê hate revandin û aqûbeta wî ne diyar e. Malbatê got desthilatên hikumeta veguhêz tu agahiyên têkildarî sedema girtin an jî rewşa wî aşkera nekirine.

Li Şamê ajokarekî ambulansê hat revandin
6 cotmeh, 2025   13:32
QAMIŞLO

Ajokarê ambulansê Ehmed Zehredîn Seîd (35) ê ji Qamişloyê, dema karê xwe li Şamê dikir, hat revandin.

Ehmed ji taxa Kornîş a Qamişloyê ye û bavê 4 zarokan e. Li gorî çavkaniyên nêzî malbatê, dema wî nexweşek ji nexweşxaneya Muwasat vediguhast mala wî ya li bajarê Dariya yê li başûrê rojavayê Şamê, di 28ˊê Îlonê de hat revandin.

Ehmed ajokarê ambulanseke sivîl e, di karê veguhastina nexweşan a navbera Qamişlo û Şamê de dixebite.

Çavkaniyan diyar kir ku Ehmed bi hinceta ku "tê xwestin" li bendeke kontrolê ji hêla endamên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz ve hatiye revandin. Hat destnîşankirin ku ew niha li şaxeke ewlehiyê girtiye û nahêlin malbat têkiliyê bi wî re deyne yan jî sedemên revandinê bizanin.

Heman çavkaniyan aşkera kir ku ambulansa ku Ehmed li ser dixebitî ya Nexweşxaneya Sara ye û bi erkeke fermî ya veguhastina nexweşan di navbera her du bajaran de hatiye tayînkirin û reqema erebeyê ya Qamişloyê ye.

Li beramber wê jî berpirsên Nexweşxanya Sara ji nûçegihanên ajansa me re got Ehmed di nexweşxaneyê de kar nake û ji bilî wê tu hûrgiliyên têkildarî têkiliya wî û rêveberiya nexweşxaneyê nehatin zelalkirin.

(fr)

ANHA