‘Tundiya li dijî jinên Afgan ji sedî 40 zêde bû’

Li gorî rapora nû ya Mîsyona Alîkariyê ya Afganistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA), li Afganistana di bin desthilatdariya Talîbanê de di du salên dawî de tundiya li dijî jin û zarokên keç ji sedî 40 zêde bûye.

‘Tundiya li dijî jinên Afgan ji sedî 40 zêde bû’
26 mijdar, 2025   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Mîsyona Alîkariyê ya Afganistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navnetewî û Çalakiyên 16’ê Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Bingeha Zayendî ya Civakî de raporek weşand û ragihand ku li Afganistana di bin desthilatdariya Talîbanê de di du salên dawî de tundiya li dijî jin û zarokên keç ji sedî 40 zêde bûye. 

Mîsyona Alîkariyê ya Afganistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA), di rapora xwe de destnîşan kir ku li Afganistanê 14.2 milyon jin hewceyê alîkariya lezgîn in û diyar kir ku jinên Afganî rastî gelek cûreyên tundiyê yên mîna sînorkirinên fizîkî, derûnî, aborî û civakî yên giran tên. Ev rewş, nîşan dide destkeftiyên ku bi salan bi têkoşîna mafên jinan hatine bidestxistin, çiqas zû dikarin bên tunekirin.

Rêvebira demkî ya UNAMA’yê Georgette Gagnon, balkişand li ser sînorkirinên li ser jinên Afganî tên ferzkirin û wiha got: "Tundiya li dijî jinan ne tenê ya tê dîtin an bihîstin e; bêdengkirina dengê wan, girtina deriyên wan ên pêşerojê û bêparkirina ji mafên wan jî tundî ye."

UNAMA’yê, bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriya xwe ya ji bo jinên Efganî zêde bike û ji rêveberên heyî yên Efganistanê jî xwest ku sînordarkirinên li ser jin û zarokên keç bi dawî bikin.