‘Tu têkiliya karta hilbijartinan bi kar û barên xizmetguzariyê re nîn e’

Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê daxuyand ku kartên hilbijartinan ji bo bikaranîna dengan in û tu têkiliya wan bi kar û barên xizmetguzariyê nîn e. Meclisê xwest hilbijêr guh nedin gotegotan û baldar bin.

‘Tu têkiliya karta hilbijartinan bi kar û barên xizmetguzariyê re nîn e’
31 gulan, 2024   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê daxuyand ku hin gotegot li ser navê berdevkên komînan tên belavkirin û tê de tê gotin ku kartên hilbijartinan ji bo belavkirina nan û gazê jî dê bêne bikaranîn.

Meclisê diyar kir: “Em hemû gelê xwe agahdar dikin ku tu rastiya van gotinan tune ye û karta hilbijartinan mafê hemû welatiyan e ku temenê wan zêdetirî 18 saliyê be. Ev kart tenê ji bo proseya hilbijartinan e û tu pêwendiya wê bi kar û barên xizmetguzariyê yên wekî gaz, nan û hwd nîn e.”

Hate gotin ku lêpirsînên wan ên têkildarî çavkaniyên belavok û gotegotan dewam dikin û rê nadin ku proseya hilbijartinan bê berevajîkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku beşdarî hilbijartinan bibin û nûnerên xwe yên şaredariyan hilbijêrin.