Trump: Ger Hamas li gorî hevpeymanê tevnegere wê bê tunekirin

Serokê DYE’yê Donald Trump anî ziman ku ji bo li Xezeyê şer bi dawî bibe ew dixwaze şensekî din bide domandina nexşerêyê.

Trump: Ger Hamas li gorî hevpeymanê tevnegere wê bê tunekirin
21 cotmeh, 2025   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) roja Duşemê ji rojnamegeran re axivî û got: ‘’Me bi Hamasê re lihevkirinek îmze kir, ew ê bisekinin, yan na ger hewce bike em ê wan tune bikin.’’ Trump anî ziman ku ji bo li Xezeyê şer bi dawî bibe ew dixwaze şensekî din bide domandina nexşerêyê.

Sermuzakerevanê Hamasê Halil El-Hayya diyar kir ku tevger wê agirbestê bi cih bîne û da zanîn ku ew di mijara derxistina cenazeyên dîlgirtiyên Îsraîlî de li rastî zehmetiyan tên.

El-Hayya, roja Sêşemê daxuyaniyek da kana Al-Qahera News a Misrê û got: ‘’Ji bo bicihanîna vê em gelekî dixebitin.’’

Hayya bi bîr xist ku Îsraîl dixwaze roja Sêşemê hemû cenazeyên dîlgirtiyan werin radestkirin û ev yek anî ziman: ‘’Wê lihevkirina Xezeyê berdewam bike, çimkî em vê yekê dixwazin û em bi biryar in ku lihevkirinê bi cih bînin.’’

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî li ser medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da û got: ‘’Di vê mijarê de em ê bi tu awayî tawîzê nedin û heya ku hemû dîlgirtiyên jiyana xwe ji dest dane tên radestkirin, em ê bixebitin.’’

Binyamin Netanyahu, piştî ku roja Duşemê bi nûnerên DYA’yê Steve Witkoff û Jared Kushner re hevdîtin pêk anî wê îro bi Alîkarê Serokê DYA’yê JD Vance re hevdîtinê pêk bîne.

Binyamin Netanyahu got: ‘’Em ê li ser du mijaran biaxivin. Pirsgirêkên ewlehiyên yên em bi rû bi rû mane û derfetên dîplomatîk ên li pêşiya me disekinin. Em ê pirsgirêkan derbas bikin û derfetan binirxînin.’’

TEVÎ AGIRBESTÊ JÎ 153 TON BOMBE

Tevî agirbestê jî hate ragihandin rojekê beriya niha di encama êrşên Îsraîlê de herî kêm 45 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û di nava van de sivîl û rojnamevanek hebûye.

Artêşa Îsraîlê îdîa dike ku ew bersivê dide êrîşên Hamasê û roja Yekşemê dabû zanîn ku li Refahê du leşkerên wê di encama şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane. Netanyahu piştî mirina van leşkeran da zanîn ku artêşê roja Yekşemê ‘’153 ton bombe’’ avêtiye Xezeyê.

QONAXA DIN A PLANÊ

Heyeta Hamasê jî roja Yekşemê li Qahîreyê bi navbeykarên Misrî û Qeterî re ji bo goftugokirina mijarên agirbes û diyaloga navxweyî ya Filistînê hevdîtin pêk anî.

Li gorî Trump qonaxa din a planê bêçekkirina Hamasê û efûkirina milîtanan yan jî sirgûnkirina wan û vekişîna Îsraîlê ya ji Xezeyê ye.

Li gorî planê, nabe ku di rêveberiya Xezeyê de roleke Hamasê hebe. Hamas jî heya niha bêçekkirinê red dike û dixwaze Îsraîl bi temamî ji herêmê vekişe.