‘Gerîla tê dikoşe, Barzanî Başûr difiroşe’
Jinên ji Helebê nerazîbûn nîşanî tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re da û got "Gerîlayên azadiyê ji bo doza Kurd tê dikoşin, lê Barzanî li beramberî çend qurûşan Başûr difiroşin."

Jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û li dijî dagirkerî û xiyanetê banga mezinkirina têkoşînê kir.
Şîraz Silêman bal kişand ser dîroka malbata Barzanî û got: "Dîroka wê bi xiyaneta li Kurdan dagirtî ye. Barzanî ji bo êrişan li ser biryarên xwe yên YNK’ê bike hawara xwe gihand Sedam Hisên. Di komkujiya li Enfalê de jî bi Sedam re bibû hevkar. Niha jî li dijî Tevgera Azadiyê tevkariyê bi Erdogan re dike."
Şîraz diyar kir ku dewleta Tirk dijminê ewil ê gelê Kurd e armanc dike tevahî xaka Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Şîraz li dijî dagirkeran û hevkarên wê jî banga mezinkirina têkoşînê kir.
‘SÎNORÊ XIYANETÊ DERBAS KIRIYE’
Fîdan Mehmûd diyar kir ku ew şahida tevkariya alîgirên PDK û malbata Barzaî di êrişên çeteyên artêşa Tirk ên navbera 2012-2016’an de yên li ser taxa Şêxmeqsûdê ye û got, dijmin xuya ye, lê xayîn nixumandî ye.
Fîdanê bang li PDK’ê kir ku dev ji xeta xiyanetê berde û tevkariya bi dijmin re neke.
‘BARZANÎ JI BO LI SER DESTHILATÊ BIMÎNE XIYANETÊ DIKE’
Henîfe Hesen anî ziman ku ji ber xiyaneta PDK’ê Efrîn ji aliyê artêşa Tirk ve hat dagirkirin. Henîfe bi bîr xist ku komên ser bi PDK’ê ve destek dan sûcên qetilkirin, revandin, wêrankirin û xirabkirina milkan ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin.
Henîfeyê îşaret pê kir ku dîmenên pêşmergeyên PDK’ê yên ku li pêşiya artêşa Tirk a dagirker rê û cihên gerîlayan nîşanî didin cihê nerazîbûneke mezin e û wiha dawî li axaftina xwe anî "Gerîlayên azadiyê ji bo doza Kurd jiyan û temenê xwe feda dikin, lê em dibînin Barzanî ji bo ku li ser desthilatê bimîne xweseriya Başûr bi çend qirûşan difroşe."
(bb)