TFFˊê Çekdar Orhan ji ber porhûnandinê sewqî PFDKˊê kir

TFFˊê Lîstikvanê Amedsporê Çekdar Orhan sewqî Lîjneya Disiplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) kir. Ev sewqa lêpirsînê bi îdiaya “propagandaya îdeolojîk” hate kirin.

TFFˊê Çekdar Orhan ji ber porhûnandinê sewqî PFDKˊê kir
3 sibat, 2026   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Amedspor ji ber ku balê bikişîne ser kampanyaya hûnandina keziyan li ser hesabên xwe yên medya dijîtal parvekirinek kiribû û ji ber vê yekê di 27ˊê Çileyê de Amedspor sewqî Lijneya Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) hatibû kirin. PFDKˊê bi hinceta ‘daxuyaniyên ku rûmeta futbol û saziyên wê xira dikin û propagandaya îdeolojîk’ dike 802.500 TL cezaya pereyan li Amedsporê birî û her wiha 15 roj cezaya mahrûmiyeta mafan dabû Serokê Klûbê Nahît Eren.

Hefteya çûyî di maça navbera Amedspor û Adana Demîrsporê de jî lîstikvanê Amedsporê Çekdar Orhan piştî gol avêt tev li çalakiya porhûnandinê bûbû. TFFˊê dîsa ji ber vê çalakiyê Çekdar Orhan bi îdiaya “propagandaya îdeolojîk” sewqî PFDKˊê kir.