Têkildarî dan û standinên bi Sûriyeyê re Amerîka hewl dide ruxsteke demkî derxe

Çavkaniyan diyar kir ku ji bo ku dan û standinên aborî bi Sûriyeyê re bên kirin, Amerîka hewl dide ruxsteke demkî heta salekê derxe.

Têkildarî dan û standinên bi Sûriyeyê re Amerîka hewl dide ruxsteke demkî derxe
1 ÇILE, 2025   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Amerîka û Sûriyeyê ji rojnameya "El Modon" re diyar kir ku ku Amerîka ji bo derxistina belgeyeke destûrê (ruxset) ya demkî ji bo salekê dixebite.

Çavkaniyan diyar kir kir ku xuya ye şandeya Amerîkayê yê ku berî hefteyekê serdana Şamê kiribû, rewşa aborî ya xerab nexasim piştî ketina rejîma Beşar Esed şopandibû, vê jî hişt ku Washington hewl bide pirsgirêka cezayên li ser Sûriyeyê çareser bike û destekê bide gelê Sûriyeyê.

(mh/fr)