59 kolber di 2024ˋan de hatin qetilkirin

Di sala 2024’an de 59 kolberên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û 287 kolber jî birîndar bûne.

59 kolber di 2024ˋan de hatin qetilkirin
1 ÇILE, 2025   17:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Kolber News eşkere kir ku di sala 2024’an de 345 kolberên Kurd bûne qurbaniyên gulebarana hêzên rejîma Îranê ku 59 kolber hatine qetilkirin û 287 kolber jî birîndar bûne.

Malperê ragihand ji 59 kolberên hatine qetilkirin temenê wan di bin 22 saliyê de bû yek ji wan ji sermayê jiyana xwe ji dest daye.

Her wisa da zanîn ku kolberên Kurd li deverên sînorî yên parêzgehên Ûrmiye, Sine û Kirmanşanê bi gulebarana raste rast ya hêzên çekdar yên rejîma Îranê ve, ji serma, ji ber sedema ketina ji zinar û cihên bilind, bi pêlêkirina mayinan û bûyerên weke van jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.