Sûdên gelên herêmê ji Pêngava 15ˊê Tebaxê wergirtine hatin şîrovekirin

Di civînên girseyî de girîngiya Pêngava 15'ê Tebaxê, temsîlbûna wê ji bo gelê Kurd, bandora wê li ser gelên Kurdistanê û çawaniya avakirina pergaleke civakî ya rêveberî û leşekrî li ser bingeha mîrasa wê, hatin şîrovekirin.

Sûdên gelên herêmê ji Pêngava 15ˊê Tebaxê wergirtine hatin şîrovekirin
Sûdên gelên herêmê ji Pêngava 15ˊê Tebaxê wergirtine hatin şîrovekirin
Sûdên gelên herêmê ji Pêngava 15ˊê Tebaxê wergirtine hatin şîrovekirin
Sûdên gelên herêmê ji Pêngava 15ˊê Tebaxê wergirtine hatin şîrovekirin
Sûdên gelên herêmê ji Pêngava 15ˊê Tebaxê wergirtine hatin şîrovekirin
Sûdên gelên herêmê ji Pêngava 15ˊê Tebaxê wergirtine hatin şîrovekirin
15 tebax, 2024   17:36
TEBQA

Salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin.

Bi vê boneyê, îro 2 civînên girseyî yên cuda li bajarên Tebqa û Girkê Legê li dar ketin. Di civînan de bal li ser girîngiya Pêngava 15'ê Tebaxê û encamên wê hat kişandin.

Pêngava 15'ê Tebaxê destpêka şerê çekdarî yê Partiya Karkerên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker e. Ev pêngav bi pêşengtiya şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) dest pê kir û derî li pêşiya gelê Kurd vekir ku tev li têkoşîna çekdarî ya ku heta îro didome, bibe.

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bi beşdariya bi sedan şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Xweser a kantonê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li dar ket.

Di civînê de serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantonê Ehmed El Omer li ser Pêngava 15'ê Tebaxê, girîngiya wê ji bo gelan di serî de gelê Kurd û destkeftiyên wê yên li 4 parçeyên Kurdistanê şîrove kirin.

El Omer diyar kir ku di ferhenga siyasî ya PKK'ê de ev Pêngav gaveke siyasî, îdeolojî, çandî, exlaqî û rêxistinî ye û got: "Rêber Abdullah Ocalan gotibû ku pêwist e mirov ne tenê bi nêrîneke leşkerî li Pêngava 15'ê Tebaxê binêre, ji ber ku armanca wê xurtkirina nasnameya Kurdî bû ya ku di dîrokê de hatibû înkarkirin."

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a kantonê Mazlûm Omer got: "Ji berhemên vê Pêngavê Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an e. Vê şoreşê jî di têkbirina pergala dîktatorî û rêxistina terorî ya DAIŞ'ê de xwe spart feslefeya neteweya demokratîk û ruhê vê Pêngavê."

Omer destnîşan kir ku divê bi rêya tevlêbûna li têkoşîna siyasî û çekdarî û xurtkirina aliyê rêxistinî girîngiyê bidin berhemên Pêngava 15ˊê Tebaxê. Ji ber ku ew ê ji bo xurtkirina têgeha neteweya demokratîk û gelemperîkirina modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibe piştgiriyeke mezin.

Li bajarê Girkê Legê jî di civînê de bal li ser girîngiya Pêngava 15'ê Tebaxê hat kişandin.

Di civînê de xelkê bajêr, nûnerên ji partiyan, Rêxistinên Civaka Sivîl beşdar bûn.

Di civînê de hat diyarkirin ku Pêngava 15'ê Tebaxê bû mîrasa civakan ku xwe bigihînin azadî û demokrasiyê.

Her wiha bang li gelên Rojhilata Navîn hat kirin ku ji tecrûbeya Kurdan û gelên Kurdistanê ya bi dagirker û qirkeran re sûdê wergirin û destkeftiyan bi dest xistin.

Di dawiya her du civînan de dîmenên gotin û analîzên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser Pêngava 15'ê Tebaxê hatin pêşandan.

(mh)

ANHA

Girkê Legê