Stasyonên neftê û bajarokên Dêrazorê bûn hedefa êrişan

Komên çete û şaneyên DAIŞ’ê êrişî gelek bajarok û stasyonên neftê yên li Dêrazorê kirin.

Stasyonên neftê û bajarokên Dêrazorê bûn hedefa êrişan
18 ÇILE, 2026   09:58
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî û şaneyên DAIŞ, ji duh ve ji rojhilat û heta bakûrê Dêrazorê êrişên xwe didomînin. 

Hat ragihandin ku komên çeteyan êrişî bajarokên Baxoz, Şeefa, Sûsê, Hejîn, Ebû Hemam, Garanîc, Dîban, Dermec, Şamiyê, Meamil, Teyanê û Şenan, stasyonên neftê û xazê yên Konîkor, Umer û Tene yên li rojhilatê Dêrazorê kirin.

Şervanên QSD’ê jî bersiva êrişan didin û pevçûn berdewam dikin. Li Baxozê pevçûnên dijwar hene.

(a)

ANHA