Hizbullahê baregehên Îsraîlê yên li Colanê bombebaran kirin

Hizbullahê bi moşekan navendên artêşa Îsraîlê yên li girên Colanê bombebaran kirin.

Hizbullahê baregehên Îsraîlê yên li Colanê bombebaran kirin
20 tebax, 2024   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku wê di çarçoveya bersivandina êrişa li ser rojhilatê Lubnanê de bi dijwarî û bi moşekan navendên artêşa Îsraîlê yên li girên Colanê bombebaran kirine.

Hizbullahê di daxuyaniya xwe de wiha nivisî: "Navenda fermandariya firqeya Colanê ya 210 ya li baregeha Nefeh û baregeha foca topavêjiyê û lîwayê panzêran a firqeya 210 a baregeha Yarnê bi moşekan hatin hedefgirtin."

Îsraîlê duşemê depoyên çekan ên Hizbullahê yên li herêma Biqa ya rojhilatê Lubnanê bombebaran kiribûn.

Li herêmên sînor ji 8`ê Cotmehê ve di navbera artêşa Îsraîlê û endamên Hizbullaha Lubnanê de dem bi dem şer derdikeve.

(şx)