SOHR: Di Tebaxê de ji ber teqîna bermahiyên şer 19 kes mirine

Li gorî SOHR’ê, di Tebaxê de li deverên cuda yên Sûriyeyê ji ber teqîna bermahiyên şer 19 kesan jiyana xwe ji dest daye û 38 jî birîndar bûne.

SOHR: Di Tebaxê de ji ber teqîna bermahiyên şer 19 kes mirine
24 tebax, 2025   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di vê Tebaxê de li deverên cuda yên Sûriyeyê ji ber teqîna bermahiyên şer, 11 jê zarok û 3 jin nêzî 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û derdora 38 kesan jî birîndar bûne.

SOHR’ê diyar kir ku bûyerên teqînên bermahiyên şer li çêrgehan, zeviyên çandiniyê, li ser rêyan û di hundirê malan de rû dane û ev agahî dan:

Li herêmên hikumeta veguhêz, 7 zarok û 2 jin di nav de 14 kesan jiyana xwe ji dest da û  û 37 kes jî birîndar bûn, li herêmên Rêveberiya Xweser jî jinek û 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û yek birîndar bû, her wiha li herêmên di bin dagairkeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de jî 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

SOHR’ê der barê hin bûyerên sereke yên teqîna bermahiyên şer de jî ev tişt parve kirin:

Destpêka Tebaxê, li Heleb û Idlibê 3 zarok ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da, li Reqayê jî zarokekî jiyana xwe ji dest da û li gundewarê Humsê jî 2 sivîl birîndar bûn.

7’ê Tebaxê li gundewarê rojavayê Şamê ji ber teqîna mayînekê jinek û du zarokên wê jiyana xwe ji dest da û endamên din ên malbata wê birîndar bûn.

8’ê Tebaxê li Tedmurê (Palmîra) di encama teqîna bombeyekê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 4 zarok birîndar bûn.

21 û 22’ê Teaxê li gundewarê Humsê zarokek û li Dêrazor û Hesekê 2 jinan jiyana xwe ji dest da, her wiha zarok û jin di nav de 6 sivîl birîndar bûn.

23’ê Tebaxê li gundewarê rojavayê Derayê ji ber teqîna mayînekê bi erebeya barkirina sebzeyan ve 3 jin birîndar bûn, li gundewarê başûrê Idlibê zarokek dema pezê xwe diçêran di encama teqîna bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî SOHR’ê, ji 8’ê Kanûna 2024’an heya 15’ê Tebaxa îsal (2025), di encama teqîna bermahiyên şer de, 160 zarok û 40 jin di nav de, 589 kesan jiyana xwe ji dest da, 270 jê zarok û 17 jê jin, bi giştî 632 kes birîndar bûn.

(bb)