SOHR: Di 15 rojan de 115 kes hatin kuştin

Hate zanîn ku li Sûriyeyê di 15 rojên dawîn de 115 kes hatine kuştin.

SOHR: Di 15 rojan de 115 kes hatin kuştin
16 sibat, 2026   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 15 rojên dawîn de 115 kes li Sûriyeyê hatine kuştin.

Li gorî SOHR’ê di nava wan kesa de hem sivîl hem jî çekdar hene û di encama înfazkirinên li meydanan, teqandina ketober a guleyan û teqîna bermahiyên şer de hatine kuştin.

(bb)