Siyasetmedar Leyla Zana diçe Colemêrgê

Siyasetmedar Leyla Zana û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li dijî tayînkirina qeyûm diçin Colemêrgê.

Siyasetmedar Leyla Zana diçe Colemêrgê
5 hezîran, 2024   11:55
 NAVENDA NÛÇEAYN

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Akiş ê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywîrê hate wergirtin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin. 

Bertekên li dijî qeyûm didomin. Tê payîn ku siyasetmedar Leyla Zana û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diçin Colemergê.

Leyla û Tûncer ên tê payîn ku saet di 13.00’an de diketina bajêr de bin dê li vir bi girseyî bên pêşwazîkirin. Tê payîn ku Leyla û Tûncer piştî pêşwazîkirinê dê bi girseyê re ber bi navenda bajêr ve bimeşin.

Bakirhan û Zana yên tê payîn ku saet di 13.00’an de diketina bajêr de bin dê li vir bi girseyî bên pêşwazîkirin. Tê payîn ku Bakirhan û Zana piştî pêşwazîkirinê dê bi girseyê re ber bi navenda bajêr re bimeşin.