Siwêdayiyan siyasetên Şamê red kirin
Çalakvanên Siwêdayê bi xwepêşandanekê nerazîbûna xwe li hemberî siyasetên desthilata Şamê nîşan da û bang li gelê Sûriyeyê kir ku ji bo avakirina Sûriyeya pêşerojê tev li xwepêşandanan bibin.
Çalakvanên Şepêla Îlmanî ya Sûrî bi xwepêşandanekê li pêşiya avahiya parêzgeriyê ya bajarê Siwêdayê siyasetên desthilata Şamê û binpêkirinên li dijî sivîlan şermezar kirin û daxwaza derketina Mustefa Bekûr ku yek ji kesayetên li Siwêdayê ye û girêdayî Ehmed El Şeri e, kir.
Di xwepêşandanê de çalakvan Semahir El Endarî ji ajansa me re got: "Ev xwepêşandan bersiva sûcên dawîn hatine kirine, ye, nexasim di vê dawiyê de ciwanê bi navê Hatim Ebû Seed ê ji bajarokê Hibran ê parêzgeha Siwêdayê li nêzî bajarê Humsê hat qetilkirin. Dema ciwan hewl dide ji bo debarê derbasî Lubnanê tê qetilkirin. Ciwanê bi Hatim re jî ji hêla komekê ve hat girtin û li gel karta "lihevkirinê" hebû û dûre agahî ji wî qut bûn."
Semahir El Endarî got ji dema ku El Şeri hatiye ser desthilata Şamê ve, gelek sûcên wiha hatin pêkanîn. Nexasim li perava Sûriyeyê û li başûrê Sûriyeyê û wê jî êşên welatiyan zêde kirin û banga guhertinê kir.
Semahir got: "Em li hemberî sûcan bê deng namînin û em baweriyê bi sozên koma di lîsteya terorê ya cîhanê de ye, naynin."
Xwepêşandêran, ji bo pêşxistina rewşa aborî, banga vekirina deriyên bi Urdinê re, kir û got: "Em aştiyê dixwazin. Em jiyaneke birûmet dixwazin. Em siyasetên zilmê qebûl nakin û em welatekî li gorî armancên xwe yên azadî û wekheviyê dixwazin."
Parêzer Lîna Ebû Hemdan ku tev li xwepêşandanê bûbû got: "Hikumeta teror nûnertiya me nake. Ev 5 meh e sozên derewîn didin ku ew aşkera bibin. Wan sazî hilweşandin û mafên gelê Sûriyeyê binpê kirin."
(mh/fr)