DAIŞˊê êriş kir: 4 endamên ˊDîfa El Wetenîˊ hatin kuştin

Di encama êrişa çeteyên DAIŞˊê li gundewarê rojavayê Dêrazorê yê di bin kontrola hikumeta Şamê de 4 endamên ˊDîfa El Wetenîˊ hatin kuştin.

DAIŞˊê êriş kir: 4 endamên ˊDîfa El Wetenîˊ hatin kuştin
29 nîsan, 2024   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hemwextî derbasbûna erebeya endamên ˊDîfa El Wetenîˊ di beyara El Mesrib a li rojavayê Dêrazorê de ya di bin kontrola hikumeta Şamê de, çeteyên DAIŞˊê êriş kir, di encamê de 4 endamên ˊDîfa El Wetenîˊ hatin kuştin.

SOHRˊê da zanîn ku di navbera çend saetan de ev êrişa çeteyan a duyemîn e.

(fr)