Şîrketa Gizingî Berbeyan: Biryara girtinê li dijî îradeya jin û nasnameya wê ye

Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê ye bertek nîşan da û got; “Tevî ku ev biryar ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatî dayîn, em biryara rawestandina karên xwe red dikin û qebûl nakin. Ev biryar binpêkirina azadiya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê ye û nîşana hişmendiya şikandina îradeya jin, nasname û hebûna jinê ye.”

Şîrketa Gizingî Berbeyan: Biryara girtinê li dijî îradeya jin û nasnameya wê ye
31 kanûn, 2024   22:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyoyna çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê ye, têkildarî serdegirtin û girtina pruduksiyonê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Roja 31’ê Kanûnê ku roja dawiya salê ye, di çarçoveya biryarekê de ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dezgeha Asayişa Herêm ya Silêmaniyê jî di nav de ne, bêyî hebûn û nîşandayîna nivîseke fermî û agahdarkirinê, biryara girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan a tomarkirina bernameyên televîzyonê yên sînordar ku ji bo JIN TV’yê berheman çêdike, hate dayîn.

Ev biryar di demekê de ye ku têkoşîna jinan li her çar parçeyên Kurdistanê gihiştiye qonaxeke bê nimûne. Têkoşîna jinên Kurd gihiştiye wê astê ku li seranserê cîhanê behsa têkoşîna jinên Kurd tê kirin. Lê polîtîkayek ku tenê di berjewendiyên desthilat û dagirkeriyê de ye, li Herêma Kurdistanê ku 33 salin Kurd b irê ve dibin, biryara girtina şîrketa me ya medyayê tê dayîn.

Tevî ku ev biryar ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatî dayîn, em biryara rawestandina karên xwe red dikin û qebûl nakin. Ev biryar binpêkirina azadiya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê ye û nîşana hişmendiya şikandina îradeya jin, nasname û hebûna jinê ye.

Em wek Şîrketa Gizingî Berbeyan ku ev heft salin li Başûrê Kurdistanê dixebitîn û bûne deng û rengê jinên Başûrê Kurdistanê, bi her awayî biryara girtina şîrketa me bi tundî şermezar dikin û dibêjîn ev biryar li dijî hemû qurbaniyên jinên Başûrê Kurdistanê ye. Bi her awayî em biryara rawestandina karên xwe red dikin û qebûl nakin. Her wiha em radigihînin ku emê tedbîrên yasayî bixin dewrê û heta dawiyê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînîn.”