Sibe wê dengdan li ser hevpeymana civakî bê kirin

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku meclis dê sibe li ser reşnivîsa hevpeymana civakî ya nû dengê xwe bide û erê bike. Di heman demê de civîn bi gelek girîng wesifand.

Sibe wê dengdan li ser hevpeymana civakî bê kirin
11 kanûn, 2023   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR-EHMED EL ESAF

Di 7'ê Kanûnê de piştî rêzecivîn û nîqaşên berfireh di nava du salan de bi hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re Komîteya Berfireh reşnivîsa hevpeymana civakî di rûniştina xwe ya 4 rojan a dawîn de bi dawî kir.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê ji ajansa me re axivî û got: "Reşnivîsa hevpeymana civakî ji Desteya Giştî re hate şandin da ku bikare rûniştineke berfireh bi endamên Desteya Giştî û nûnerên meclisên zagonsaz û sivîl ên 7 rêveberiyan re li dar bixe."

Etê aşkera kir ku Desteya Giştî dê sibe, (sêşema 12'ê Kanûnê) civîna xwe ya asayî li dar bixe da ku dengê xwe bide erêkirina hevpyemana civakî ya nû û ev civîn wekî "civîneke gelek girîng" wesifand.

Etê got: "Wê li ser her bendeke hevpeymanê deng bê dayîn û erêkirin û piştre dengdan li ser temamiya hevpeymana civakî ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê kirin."

(şx)

ANHA