Şêx û rûspiyên Tebqayê cejna Xiristiyanan pîroz kir

Meclisa Ol û Baweriyan, şêx û rûspiyên bajarê Tebqyê bi boneya Cejna Noelê, cejna Xiristiyanan pîroz kir.

Şêx û rûspiyên Tebqayê cejna Xiristiyanan pîroz kir
Şêx û rûspiyên Tebqayê cejna Xiristiyanan pîroz kir
Şêx û rûspiyên Tebqayê cejna Xiristiyanan pîroz kir
Şêx û rûspiyên Tebqayê cejna Xiristiyanan pîroz kir
Şêx û rûspiyên Tebqayê cejna Xiristiyanan pîroz kir
Şêx û rûspiyên Tebqayê cejna Xiristiyanan pîroz kir
Şêx û rûspiyên Tebqayê cejna Xiristiyanan pîroz kir
Şêx û rûspiyên Tebqayê cejna Xiristiyanan pîroz kir
Şêx û rûspiyên Tebqayê cejna Xiristiyanan pîroz kir
25 kanûn, 2025   20:16
TEBQA

Şandeyek ji Meclisa Ol û Baweriyan bi beşdariya şêx û rûspiyên eşîran, oldar, Hevgirtina Al El Beyt, meclis û komînan serdana malên Xiristiyanên li bajarê Tebqayê kir û cejna wan pîroz kir. Şandeyê diyar kir ku jiyana hevbeş, pirrengiya olî û çandî jêdera hêzê û dewlemendiya civakê ye.

Şandeyê serdana dêra Tebqayê ya ku çeteyên DAIŞˊê wêran kiribû, kir. Li wir şandeyê bi daxuyaniyekê bang li gelê Sûriyeyê kir ku, wek xweşik û bira, aştî û azadî bijîn.

Li pêş dêrê, nûnerê malbatên Xiristiyanên Tebqayê George Elias diyar kir ku di peyamên asîmanî de banga hezkirin û bexişandinê hatin kirin û cejna Noelê jî peyama yekitiya hêvî ye.

Ev serdan ji bo xurtkirina nirxên jiyana hevbeş û rêzgirtinê di nava pêkhateyên olî û çandî li Tebqayê de hat kirin.

(fr)

ANHA