Şewata li gundê Hisêniyê yê Til Temirê ji malan ve nêz bûye

Li zeviyên gundê Hisêniyê yê rojavayê Til Temirê şewatek berfireh çêbûye, agir gihîştiye malan, rêya Til Temir-Çiyaya Kizwana qut kir. Di heman demê de şewata li navbera gundên Til Cuma û Um El Kêf ê Til Temirê hat kontrolkirin.

Şewata li gundê Hisêniyê yê Til Temirê ji malan ve nêz bûye
Şewata li gundê Hisêniyê yê Til Temirê ji malan ve nêz bûye
Şewata li gundê Hisêniyê yê Til Temirê ji malan ve nêz bûye
Şewata li gundê Hisêniyê yê Til Temirê ji malan ve nêz bûye
Şewata li gundê Hisêniyê yê Til Temirê ji malan ve nêz bûye
Şewata li gundê Hisêniyê yê Til Temirê ji malan ve nêz bûye
Şewata li gundê Hisêniyê yê Til Temirê ji malan ve nêz bûye
Şewata li gundê Hisêniyê yê Til Temirê ji malan ve nêz bûye
Şewata li gundê Hisêniyê yê Til Temirê ji malan ve nêz bûye
21 hezîran, 2026   17:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li eraziyên çandiniyê yên girêdayî gundê Hisêniyê yê rojavayê bajarê Til Temirê şewateke berfireh çêbûye, ji ber şert û mercên hewayê şewat zû belav dibe û gihîştiyê nêzî mal û milkên şêniyan.

Şewata li gundê Hisêniyê rêya Til Temir – Çiyayê Kizwana qut kir, ji bo ewlehiya welatiyan çûn û hatin rawestiya.

Di heman demê agir ber bi gundê Um El Mesamîr ve diçe, şênî metirsîdar in ku mal û milkên wan bişewitin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, şênî bi rêbazên heyî hewl didin şewatê kontrol bikin û vemirînin.

Girêdayî mijara şewatê, Tîmên Awarte bi alîkariya şêniyan şewatek li navbera gundên Til Cuma û Um El Kêf yên rojavayê Til Temirê pêk ketibû, beriya ku bigihîne zeviyên genim û eraziyên din ên çandiniyê, vemirand.

Tîmn Awarte û şênî hewldanên xwe yên vemirandina şewatê, da ku negihîne malan didomînin.

(fr)

ANHA