Şervanê HRE’yê Qehreman Bilbilê şehîd bû

HRE’yê ragihand ku şervanê wan Qehreman Bilbilê  şehîd bû û got: " Ji bo hevrêyên xwe her dem bû mînak û navê xwe di nava rûpelên şoreşê de bi tîpên zêrîn neqişand."

Şervanê HRE’yê Qehreman Bilbilê şehîd bû
24 tîrmeh, 2025   16:32
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê der barê şervanekî xwe yê şehîd de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Em hevrêyê yê xwe Qehreman Bilbilê bi navê xwe yê rast Mihemed Ebdurehman Kemal ku di Rêzbera 2025'an de dema ku li ser erka xwe bû bi qezeyekê gihaşt asta şihadetê bi rêzdarî em bi bîr tînin . Em hevrêyê xwe Qehreman Bilbilê yê ku di oxira azadî û serfiraziya welatê xwe de heya kêliya dawî têkoşiya bi hurmet û minetdarî em bi bîr tînin. Ji gelê xwe û malbata hevrê Qehreman re em sersaxî dixwazin û soza dewamkirina rêya hevrêyên xwe û pêkanîna xeyalên wan nû dikin .

Hevrê Qehreman li warê berxwedanê Efrîna rengîn di hembêza çiyayên kurmênc de li navçeya Bilbilê di sala 2002'an de ji dayîk dibe , di nava malbeteke welatparêz de bi hestê welatparêziyê mezin dibe , lewra malbata hevrê Qehreman ji zû ve rêxistinê nas dike û bi welatparêziya xwe tên naskirin , hevrê Qehreman dibe şahidê wehşiyeta êrişên dagirkeriyê yên li ser bajarê Efrînê ku çawa dagirkeriya Tirkiyê bi hemû hêz û qeweta xwe êriş anîn ser gelê sivîl û komkûjî li dijî gelê Efrînê pêk anîn û xwediyê axê ji nava mal û milkên wan bi darê zorê kûçber kirin. Piştî wê jî careke din li pêşiya çavên dinyayê êrişên xwe bi ser gelê Efrînê yê koçber de li herema Şehba anîn û cara duyem gelê Efrînê yê berxwedêr yên ku herêma Şehba xistin qadeke têkoşîn û lehengiyê û li hemberî siyasetên înkarkirin , talankirin û guhartinên demografîk sekinîn û ji bo vegera li warê xwe her di nava têkoşînek bêhempa de bûn . Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bi wehşîyet êriş anîn ser kampên koçberan û carake din bi darê zorê dane koçberkirin. Hevrê Qehreman bû şahidê van bûyeran û hemû bi çavên xwe dîtin, ji bona ku bibe parêzvanê gel û welatê xwe û di têkoşîna rizgariya bajarê xwe û hemû deverên dagirkirî de cih bigre . Di sala 2018'an de piştî dagirkirina Efrînê berî dide nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê û bi hêrs û dilsozî xwe berpirsyarê têkoşîna pîroz dibîne . Hevrê Qehreman cihê xw di çalakiyên ku li ser dagirkeran de digirt û bi rihê Berxwedana Serdemê ya dîrokî bi hevrêryên xwe re di çeperên rûmetê de ji bo parastina  gelê xwe ji êrişên neyaran bi îrade û dilsozî li ber xwe dida .

 Rêheval Qehreman weke milîtanekî azadiyê ji roja ku tevlî bûyî û heyanî kêliya dawî bi sekinekî herî xurt têkoşîn da meşandin . Di jiyana xwe ya şoreşgerî de erka rêhevaltiya herî rast pêk anî . Bi sekin û têkoşîna xwe ya demê ji bo hevrêyên xwe her dem bû mînak û navê xwe di nava rûpelên şoreşê de bi tîpên zêrîn neqişand .

Bi hevrê û hogirên xwe re li ser şopa rêhevalên şehîd ên ku di têkoşîna azadiyê de li Rojavayê kurdistanê ji bo parastina nirx û mîrasên şoreşa pîroz yê ku îro bûye mînakeke dîrokî ku çawa li hemberî dijmin û neyaran têkoşîn kirin û terora ku dinya hemû jê tirsiya bû , bi xwîna xwe ya zelal axa welêt avdan û dawî li terorê anîn û bûn sedem ku îro Rojavayê kurdistanê bi aşitî û aramî jiyan bike û bi zimanê dayikê xwe bidin nasîn .

Di serî de em ji malbata hevrê Qehreman Bilbilê ya hêja re û ji gelê me yê Efrînê re û tevahî gelê kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em weke hevriyên wî soz didin ku em ê her demê girêdayî xeta rêhevalên şehîd bin û ji bo pêkanîna armanc û xeyalên wan her di nava têkoşînê de bin û asta têkoşîna xwe li hemberî dagirkeran mezintir bikin."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Navsnav : Qehreman Bilbilê

Nav û Paşnav : Ebdurehman Mihemed Mihemed

Navê Dayikê : Semîra

Navê Bav : Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê : 22’ê Tîrmeha 2025'an.

 (bb)