Sersaxî dan malbata şehîd Çiya Rûs

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê ji bo şervanê Hêzên Komandos ên QSD`ê şehîd Çiya Rûs merasîma sersaxiyê li dar xist.

Sersaxî dan malbata şehîd Çiya Rûs
Sersaxî dan malbata şehîd Çiya Rûs
Sersaxî dan malbata şehîd Çiya Rûs
Sersaxî dan malbata şehîd Çiya Rûs
Sersaxî dan malbata şehîd Çiya Rûs
24 kanûn, 2025   13:17
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê ji bo şervanê Hêzên Komandos ên QSD`ê şehîd Çiya Rûs (Esmer Silêman) ku di 19’ê Kanûnê dema erka xwe bi cih dianî di encama qezayeke leşkerî de li çiyayê Kezwanan ê bajarê Hesekê şehîd bûbû, li pêşiya mala wî ya li Taxa Cûdî a Qamişloyê merasîma sersaxiyê li dar xist.

Endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, bi dehan şêniyên Qamişloyê û hevalên şehîd tev li merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mihyedîn Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Şehîd ew kes in ku ji bo ku em bi rûmet bijîn canê xwe feda kiriye, em bi keda hemû şehîdên xwe serbilindi n. Em soz didin ku em ê rêya wan berdewam bikin, xewn û xeyalên wan bi cih bînin.”

Paşê endama Kongra Star Ezîza Iskender jî axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li pey pêkanîna xeyalên şehîdên xwe bin.

Piştî serdanan merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(ah)

ANHA