Şerê li Xezayê û durûtiya Erdogan

Li hemberî helwestên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker ên li hember şerê Îsraîl û Hemasê bertek hatin nîşandan.

Şerê li Xezayê û durûtiya Erdogan
25 cotmeh, 2023   09:27
QAHÎRE
MUHSIN EL MISIRÎ

Çapemenî û berpirsên Îsraîlê ji helwestên Erdogan ên li ser dezgehên çapemeniyê ku tenê şermezarkirin in, razî ne. Lê alîgirên Erdogan helwestên wî bi şermînî wesif dikin.

Rojnamegerê Îsraîlî Eddie Cohen twitta serokkomarê Tirkiyeyê ku behsa rûdanên li Xezayê kir parve kir û got: "Dema ez van twîttan dibînim rihet dibim. Ev twîtt tenê ne lê ne kirin in.′′

Erdogan di dirêjahiya desthilatiya xwe de qerebalixeke mezin li hember her operasyoneke leşekrî ya Îsraîlê ya li dijî Xezayê çêdike, ji ber ku xwe Erdogan hevalbendê Tevgera Hemasê ya Filistînê ye ku bi ser koma Îxwana El Muslimîn ve tê hesibandin.

Lê ji dema hevdîtina Erdogan û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu  ku di navbera civîna Civaka Giştî ya NY′yê de pêk hatibû, xîtaba Erdogan a li hember Îsraîlê û siyasetên wî yên li herêmê hatin guhartin.

Di navbera Tirkiye û Îsraîlê de têkiliyên siyasî û aborî yên mezin û xurt hene. Tirkiye dewleta yekemîn a îslamê ku di 1949′an de Îsraîl nas kir. Ruxmî nakokiyên siyasî yên di navbera her du aliyan de di dema desthilata Erdogan ji destpêka 2003′yan de, têkiliyên bazirganî, dîplomasî û leşkerî hîna xurt mane.

Serokkomarê Tirkiyeyê di daxuyaniyên xwe yên 22′yê Cotmehê de got, ′′Filistînî û îsraîl, herêm bi giştî berdêlên derengmayîna damezrandina edaletê didin′′. Erdogan pêşniyarek pêkêş kir ku dewleta Tirk hewldanên navbeynkariyê yên agirbestê pêk tîne. Lê Îsraîlê vê yekê paşguh dike. Li gorî pisporan pragmatiya Erdogan hişt ku demeke berê xwedî li helwestên piştgiriya Hemasê derkeve, her wiha ew neçar kir ku îro dev jê berde.

KESAYETIYA PRAGMATÎK

Lêkolînerê kar û barên herêmî û navneteweyî, Hanî El Cemel got, Erdogan kesayeteke pragmatîk e dikare li ser tevahî astan ji şert û mercên her tevgereke siyasî, sûdê bigire, her wiha dikare bi rêya wê kesayeta xwe xuya bike û destkeftiyan qezenc bike.

El Cemel got, ruxmî daxuyaniyên tund û dubarekirî yên Erdogan ên li dijî Îsraîlê, lê vê dawiyê di navbera Enqere û Til Evîvê de dan û standin çêbû û got: ′′Bazirganî di navbera her du dewletan de zêde bû û di çend salên dawîn de hinarteyên Tirkiye ji bo Îsraîlê pêş ket û di dema êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de diyar bûn. Li gor agahiyan, derdora 4 hezar û 500 ton sebze û fêkî  ji Tirkiye ber bi Îsraîlê ve hatin rêkirin da ku ji ber şer li sektora çandiniyê hatine, dabîn dike. Lê di heman demê de Îsraîl nahêle alîkariyên mirovî derbasî Xezayê bibin û ji wê zêdetirî, sivîlan, zarokan û jinan dike hedef."

Li gor El Cemel, Enqere ji bo ku têkiliyan bi Îsraîlê re baş bike hewldanên mezin dike û wiha domand: "Lê şer û aloziya li rojhilatê Qudsê û dema wê ji bo Tirkiyeyê ne baş bû. Hikumeta Tirkiye dixwest rola navbeynkariyê di navbera îsraîliyan û filistîniyan de bilîze. Bi rastî jî ev pêşniyar, di xîtaba xwe di civîna wezîrên karên derve yên rêxistina hevkariya îslamî ya dawîn de kir."

El Cemel destnîşan kir ku Erdogan rola navbeynkar di navbera aliyên nakokiyê de girtiye ser xwe û got: "Erdogan `formula mîsogerî` li ser her du aliyan pêşkêş kir. Ev proje ji du beşan pêk tê, beşek dewletên dabînkerên aliyê filistînê, beşa din dewletên dabînkerên Îsraîlê.′′

El Cemel da zanîn ku Erdogan ji bo dîlgirtiyên îsraîlî yên li cem Hemasê, dest bi dan û standinan li gel Hemasê kir. Her wiha diyar kir ku  ji destpêka aloziyê ve Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê zimanekî bêalî bi kar tîne û ji bo ku hevalbenda xwe ya stratejîk (Îsraîlê) ji dest nede, Îsraîlê sûcdar nake. Li gorî El Cemal Tirkiye di êrişên wî yên li dijî Kurdan û dewleta Sûriyeyê, heta radeyeke mezin destekê dide Tirkiyeyê.

HEVKARIYA ÎSRAÎL-TIRKIYE LI DIJÎ KURDAN

Der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, El Cemel got: "Agahiya Îsraîlê ji êrişan heye. Koordîneyeke pêşwext hebû. Ev êriş xizmeta berjewendiyên her du aliyan dike. Dixwazin pirsgirêk dirêj bike ji bo ku Tirkiye herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike, mîna ku Îsraîlê li Colanê kiriye. Erdogan dengê xwe li hember şerê qirkirinê yê Îsraîlê yê li dijî filistîniyan kêm kir, tenê li ser hesabên xwe yên dijîtalê, kumênt parve kir.  Erdogan ji bo ku rijandina xwîna filistîniyan rawestîne rasterast destwer neda."

El Cemel bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: "Ev kirin ji bo Erdogan ne nû ne. Hêzên Erdogan 200 navend û kargehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi dijwarî kirin hedef. Di encamê de navendên petrol, gazê û kehrebeyê û heta navendên stratejîk ji xizmetê derketin. Erdogan jiyana 5 milyon kesî li herêmê rû bi rûyî rewşeke trajedîk hişt. Ji vê zêdetir fospora spî di êrişên xwe yên li dijî baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê û gelek bajarên Kurdan ji Efrîn heta Hesekê û herêmên tijî jin û zarok bi kar anî."

BI KARANÎNA ALOZIYÊ

Lêkolînerê kar û barên Rojhilata Navîn Dr.Taha Elî jî anî ziman ku serokkomarê Tirk, şerê li Xezayê firsendek dibîne da ku gelek destkeftiyên siyasî bi dest bixe.

Elî îşaret pê kir ku mijulbûna cîhanê bi şerê li Xezayê, balê ji ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li bakurê Sûriyeyê dikişîne û diyar kir ku Erdogan vê rewşê bi kar tîne da ku armancên xwe pêk bîne û sûcên din li Sûriyeyê bike.

Li gorî Elî, Xeza ji bo Tirkiyeyê kaxezeke siyasî ye, dikare bi rêya wê roleke herêmî ya mezintir di dozên cîhanê de bilîze,nemaze ku rola wê di doza Filistînê de di encama normalîzekirina li gel Îsraîlê de, paşket.

Elî got ji dema bilezbûna xeta normalîzekirinê bi Îsraîlê re, di çend salên dawîn de Erdogan piştgiriya xwe ya îdiakirî ji doza Filistînê re paşguh kiriye.

KAXEZEKE SIYASÎ YE

Bi nêrîna Elî, dibe ku Erdogan şerê li Xezayê bi kar bîne ji bo ku têkiliyên xwe bi Îsraîlê re pêş bixe. Lê diyar kir ku dibe ku Erdogan neçar bimîne helwestên mirovî nîşan bide da ku di asta hundirîn de piştevaniyê ji bo xwe kom bike, lê piştgiriya Hemasê nake da ku hêzên rojavayî aciz neke.

Di dawiyê de Elî got: "Tirkiye li dijî siyaseta Îsraîlê li herêmê dernakeve. Erdogan bi pragmatiya siyasî tê naskirin ku ji bo xatirê Hemasê ku demekê ji bo berjewendiyên xwe piştgiriya wê dikir, dev ji pêşxistina têkiliyan bi Îsraîlê re bernade."

(fr-şx)

ANHA