Şêniyên Til Temirê komkujiyên perava Sûriyeyê şermezar kirin

Şêniyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê komkujiyên ku li perava Sûriyeyê tên kirin şermezar kirin û helwesta xwe ya redkirina tundiyê û hevgirtina xwe ya bi hêzên leşkerî û ewlekariyê re nîşan da.

Şêniyên Til Temirê komkujiyên perava Sûriyeyê şermezar kirin
12 adar, 2025   06:17
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyên li perava Sûriyeyê yên li dijî Elewiyan şermezar kirin û destnîşan kir ku ew komkujî sûcên dermirovî ne. Şêniyan bang li civata navneteweyî û Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku dawî li van sûcan bînin.

Nalîn Sîdo ya ji bajarê Til Temirê got: “Tiştê ku li perava Sûriyeyê li dijî Elewiyan tê pêkanîn tu carî nayê qebûlkirin. Em bang li dewletên Ewropayê û civata navneteweyî dikin ku bi awayekî lezgîn dawî li van komkujiyên li dijî sivîlan bînin.”

Nalîn Sîdo diyar kir ku divê pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtina xwe ji her demekê zêdetir xurt bikin û piştgiriyê bidin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD).

REDKIRINA ŞERÊ NETEWEPEREST Û XURTKIRINA YEKITIYÊ

Adil Ubêd El Ehmed jî nerazîbûna xwe li hemberî komkujiyan nîşan da û girîngî da avakirina Sûriyeya nû li ser bingehên biratî û yekitiyê û got: “Em van sûcên li dijî xwişk û birayên me yên Elewî red dikin. Sûriye li ser bingeha kînê û tundiya neteweperest nayê avakirin.”

El Ehmed diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe di bin siya QSD’ê de bi hev re bi aştî û aramî dijîn.

HIŞYARIYA JI KÛRBÛNA ALOZIYÊ

Emîne El Ehmed hişyarî ji domandina komkujiyan û kûrkirina aloziyê da û got: “Wê bi van komkujiyan Sûriye ber bi şerekî neteweperest ve biçe ku êdî kes nikare wî şerî rawestîne.”

Emîne El Ehmed destnîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî neteweperestî, olperestî û tundiyê ne.

PEYAMA ZELAL: NA JI TUNDIYÊ RE, ERÊ JI YEKITIYÊ RE

Şêniyên Til Temirê bi helwestên xwe diyar kir ku rêya tekane ya pêkanîna aramiyê bidawîkirina tundî û xurtkirina yekitiya gelê Sûriyeyê ye, bêyî ku tu cudahî bikeve navbera pêkhateyan.

(mh/fr)

ANHA