Li hemberî fitne û mezhebperestiyê yekitiya gel keleh e

Serhildana Qamişlo qêrîna li dijî zilm û dijminatiyê bû û rastiyeke wiha îsbat kir ku maf tên standin û wekî diyarî nayên dayîn. Ev serhildan çirûska destpêkê ya ruhê têkoşînê bû û da diyarkirin ku şer ne di navbera pêkhateyên civakê de ye, lê belê di navbera azadîxwaz û desthilatdaran de ye.

Li hemberî fitne û mezhebperestiyê yekitiya gel keleh e
12 adar, 2025   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

Di dîroka gelan de hin kêlî hene ku dibin bingeha guhartinên dîrokî yên ber bi rûmet û edaletê ve. Serhildana 12’ê Adara 2004’an a bajarê Qamişlo jî di dîroka gelê Kurd de cihekî girîng girt.

DERSEK JI DÎROKÊ: ÇAWA FITNE TÊ DERXISTIN

Bûyerên 12’ê Adarê li bajarê Qamişlo ji maçeke futbolê ya di navbera tîma Cîhad û tîna Fituwê de dest pê kir. Wê demê rejîma Baas cudabûna neteweyî ya di navbera herdu aliyan de ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî û di navbera alîgiran de siloganên neteweperest belav kirin. Piştre rewş aloztir bû û gule li alîgirên sivîl ên Kurd barandin û di encamê de 38 sivîl şehîd bûn û bi hezaran hatin girtin. Ev komkujî bû sedem ku gel li dijî zordariyê serî hilde.

Îro jî bi kûrbûna aloziya li perava Sûriyeyê re, diyar dibe ku amûrên fitneyê hîn nehatine guhartin. Reşkirina Kurdan a di 2004’an de niha jî bi heman awayî li dijî Elewiyan û pêkhateyên din ên Sûriyeyê tê bikaranîn. Armanc ji vê yekê jî peydakirina şerekî navxweyî û têkbirina yekitiya gel e. Lê belê dersek ji dîrokê hatiye girtin ew jî ew e ku hevgirtin û yekitî çekên herî bihêz ên li hemberî hewldanên fitneyê ne û li dijî fitne û mezhebperestiyê keleh e.

ROLA ŞEHÎDAN DI AVAKIRINA PÊŞEROJÊ DE

Yek ji şahidên wê bûyerê, Himêdî Nebî diyar kir ku çawa rejîma Baas bi zanabûn fitne di navbera alîgirên Kurd û Ereb de derxist, îro jî amûrên ragihandinê ji bo heman armancê tên bikaranîn. Lê belê tecrûbeya serhildana 12’ê Adarê van hewldan û planan têk dibe da ku êşên berê neyên dubarekirin.

Bavê şehîdekî serhildanê jî Merîî Mihemed diyar kir ku plana îro jî heman plana 2004’an e û got: “Poşmanî tune ye, maf nayên dayîn, lê tên standin. Me berhema wê serhildanê di 2011’an de dema ku ciwanan ji bo mafên xwe serî hilda, dîtin. Îro jî Kurd beşeke sereke ya pêvajoya navneteweyî ne. Ev hemû jî bi saya fedakariya şehîdan e.”

HEVGIRTIN JI HEMÛ KOMPLOYÊN LI DIJÎ PÊKHATEYAN XURTIR E

Dermanê tekane yê nexweşiya neteweperestiyê civakeke ilmanî û bi edaleta civakî ye. Tiştê ku di 2004’an de pêk hatiye îro li perava Sûriyeyê dubare dibe û ev jî diyar dike ku dijminên gelan tu carî ji hûnandina komployan li dijî gelan ranewestiyane. Lê belê dîrok jî destnîşan dike ku hevgirtin ji hemû komployên li dijî pêkhateyan xurtir e. Şer ne di navbera tu pêkhateyan de ye, lê belê di navbera azadîxwaz û desthilatdaran de ye.

Hemwextî van zehmetiyan jî, gavên erênî yên ji bo avakirina pêşerojeke baştir a Sûriyeyê tên avêtin. Peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri de, gaveke erênî ya ber bi pêşeroja Sûriyeyê ve ye. Tenê bi yekitî û edaletê zehmetî tên derbaskirin û pêşerojeke hêjayî fedakariya gelê Sûriyeyê tê misogerkirin.

(mh/fr)

ANHA