Şêniyên Qamişloyê bi meşekê komkujiyên li dijî elewiyan şermezar kirin

Şêniyên Qamişloyê li dijî komkujiya li ser gelê Elewî yên li bajarên peravên rojavayê Sûriyeyê meşeke girseyî lidar xistin û banga pêwîste komîteyk ji bo parastina gelê Sûriyeyê were avakirin, hat kirin.

Şêniyên Qamişloyê bi meşekê komkujiyên li dijî elewiyan şermezar kirin
Şêniyên Qamişloyê bi meşekê komkujiyên li dijî elewiyan şermezar kirin
Şêniyên Qamişloyê bi meşekê komkujiyên li dijî elewiyan şermezar kirin
Şêniyên Qamişloyê bi meşekê komkujiyên li dijî elewiyan şermezar kirin
Şêniyên Qamişloyê bi meşekê komkujiyên li dijî elewiyan şermezar kirin
Şêniyên Qamişloyê bi meşekê komkujiyên li dijî elewiyan şermezar kirin
Şêniyên Qamişloyê bi meşekê komkujiyên li dijî elewiyan şermezar kirin
11 adar, 2025   14:43
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişloyê bi armanca şermezarkirina komkujiya li ser gelê elewî yê li bajarên peravên Sûriyeyê bi pêşengiya Meclisa Bajarê Qamişlo meşek hat lidarxistin. Meşa girseyî li Çerxerêya Sonî ya bajêr dest pê kir. Di meşê de bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, navçe û gundewarên wê, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) amade bûn.

Di meşê de wêneyên hovîtiya li ser gelê elewî hatin hildan û dirûşmên “Na ji tundiyê re” û “Yek e yek e gelê Sûriyeyê yek e” berz kirin.

Meş li Qada Şehîdan a bajêr sekinî. Li vir piştî rêzgirtinê daxuyanî bi kurdî û erebî hate xwendin. Hevseroka Meclisa Bajarê Qamişlo Hêvî Mihemed bi kurdî û cîgirê hevserokên meclisê Ehmed Ebûsî jî bi erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 27‘ê Mijdara 2024’an, piştî hilweşîna rêjîma Baas û hatina hikûmeta nû, ti guhertin di Sûriyeyê de pêk nehatiye û ev tişt hat gotin, “Gelê Sûriyeyê bi mirinê rû bi rû maye. Tu rêzgirtin ji taybetmendî û xweseriya gelê Sûriyeyê ya çandî, olî û civakî re nehatiye girtin. Diyare ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê nikare gelê Sûriyeyê bi rê ve bibe û siberoja wan ava bike. Çare tenê projeya Neteweya Demokratîk e. Ji ber mifteya çareseriya Sûriyeyê netewaya Demokratîk e.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di van demên dawîn de li ber çavê hemû cîhanê komkujiya elewiyan li bajarên mîna Banyas, Tartûs, Ceblê, Hema û Humisê pêk tê û hat gotin: “Bi hinceta ku ew girêdayî rejîma Baasê ne, êriş dikin. Lê di rastiyê de ne wisa ye. Jin, zarok û kal, hemû tên kuştin.

Em bang li raya giştî û hêzên navneteweyî dikin ku bi erkê xwe yê wijdanî rabin. Divê komîteyek ji bo parastina gelê Sûriyeyê bi awayekî lezgîn were avakirin. Divê kesên ku ew komkujî kirine werin darizandin.”