Şêniyên Hesekê amadekariyên cejna Remezanê û Newrozê dikin

Beriya cejna Remezanê û Newrozê, li bajarê Hesekê ji hefteyekê ve tevgereke zêde li bazaran heye.

19 adar, 2026   09:40
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Xelkê bajarê Hesekê amadekariyên cejna Remezanê û Newrozê dike.

Di çend rojên dawîn ên meha Remezanê de tevgera bazaran geş bûye û bi kel û pelên cuda dagirtî ne. Şênî pêdiviyên cejna Remezanê dikirin. Her wiha cil û bergên kurdî ji bo Newrozê çêdikin û dikirin.

Firoşkarê şîraniyê Riyad Reşo diyar kir ku tevgereke zêde ya kirîna pêdiviyên cejnê heye û diyar kir ku buhayên şekir ji 15 heya 45 hezar lîreyên Sûriyeyê ne.

Şêniyên bi navê Hemûd El Elî û Mihemed El Dear jî diyar kir ku hatina cejnên neteweyî û olî di wextekî de bara şêniyan giran kiriye û da zanîn ku buhayên xurekê wekî sebze, goşt û pêdiviyên cejnê gelekî bilind bûne. Her wiha îşaret pê kir ku bazirgan jî hewcedariya şêniyan keysbaz dikin.

Bi armanca birêxistinkirina tevgera bazaran, kontrolkirina buhayan û rêgirtina li ber keysbaziyê; komîteyên çavdêrî, zimhêr û zabîtiyê yên şaredariyan li bazaran belav bûne.

Li aliyekî din piraniya malbatan li şûna kirînê, şîraniyên wekî kulîçeyan li mal çêdikin û malên xwe paqij dikin.

Hêzên Asayîşê ji bo ku cejn ewle derbas bibe, tedbîrên ewlehiyê zêde kirine. Hêzên Asayîşa Trafîkê tevgera çûn û hatinê bi rêxistin dike û çûn û hatina erebeyan di nava bazaran de hatiye qedexekirin.

(bb)

ANHA