Şêniyên Dêrikê fermandar Xebat Dêrik bi bîr anî

Xelkê bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê damezrînerê YPGˊê fermandar Xebat Dêrik di salvegera şehadeta wî ya 12ˊyan de bi bîr anî.

Şêniyên Dêrikê fermandar Xebat Dêrik bi bîr anî
Şêniyên Dêrikê fermandar Xebat Dêrik bi bîr anî
Şêniyên Dêrikê fermandar Xebat Dêrik bi bîr anî
Şêniyên Dêrikê fermandar Xebat Dêrik bi bîr anî
Şêniyên Dêrikê fermandar Xebat Dêrik bi bîr anî
Şêniyên Dêrikê fermandar Xebat Dêrik bi bîr anî
14 ÇILE, 2024   14:22
QAMIŞLO

Bi sedan xelkê Dêrikê yê kantona Cizîrê û bajarokên girêdayî wê, endamên saziyên sivîl û meclisan damezrînerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) fermandar Xebat Dêrikê di salvegera şehadeta wî ya 12ˊyan de li yarîgeha Kornîş a Dêrikê bi bîr anî.

Di merasîma bîranînê de birayê şehîd, Şivan Mihemed şehîd Xebat Dêrik û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Mihemed wiha got: "Em bi beşdarbûna we di salvegera şehadeta Xebat Dêrik de serbilind in. Şehîd li pey xwe bi hezaran şervan hiştin û rêça bi hezaran şehîdên bi fikra tevgera rizgariya Kurdistanê bawer in, şopand."

Mihemd wiha domand: "Destkeftiyên heyî bi saya fedakarî û hewldanên tevan e ku welatekî azad ava bikin. Em malbata şehîd li ser şopa wî û tevahî şehîdan heta serkeftinê dimeşin."

Di merasîmê de zarokê bi navê Arif Ehmed helbest li ser rola şehîd xebat xwend.

Merasîm bi diruşma ˊşehîd namirinˊ bi dawî bû.

(fr)

ANHA