Şêniyên Dêrikê daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan kirin

Şêniyên bajar û gundewarê Dêrikê di xwepêşandana bi banga serbestberdana dîlgirityan de diyar kir ku heya dîlgirtiyek hebe wê xwepêşandan bidomin.

Şêniyên Dêrikê daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan kirin
20 nîsan, 2026   14:53
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên bajar û gundewarên Dêrikê bi daxwaza serbestberdana zarokên xwe yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîlgirtî ne, li Qada Azadî hatin gel hev û xwpêşandanek li dar xist.

Şêniyan pankartên bi nivîsên "Dîlgirtiyên me li me vegerînin", "Dîlgirtî xeta sor e", "Berxwedana wan hêviya me ye" û "Dîlgirtina wan êşa me ye" vekirin.

Di xwepêşandanê de piştî deqeya rêzgirtinê endamê Nivîsgeha PYD'ê ya Dêrikê Hisên Remedan axivî û got, divê hemû dîlgirtiyên ku ji bo parastina rûmet û îradeya gelê xwe têkoşîn kirine werin berdan.

Hisên Remedan di dewama axaftina xwe de got: "Em lihevkirinên navneteweyî yên li dijî Rojava  ku bûn sedema dîlgirtina zarokên me şermezar dikin. Serbestberdana wan erkekî mirovî ye, divê tavilê werin berdan."

Hisên Remdan anî ziman ku dê têkoşînê bidomînin ta hemû dîlgirtî werin berdan.

Xwepêşandan bi dirûşma "Em dîlgirtiyên xwe dixwazin" bi dawî bû.

(bb)