Li Kobanê meşa li dijî êrişan

Şêniyên Kobanê li dijî êrişa li ser ala kurdî û nêzîkatiyên li hember cenazeyê Xezal Molayî meşiyan.

Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
20 nîsan, 2026   15:21
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê bi armanca şermezarkirina êrişa li ser ala kurdî ku li bajarê Qamişloyê hatibû kirin û pêşwazînekirina cenazeyê şervana jin Xezal Molayî ji aliyê nexweşxaneyê ve, meşiyan.

Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de wêneyên pêşmergeya jin Xezal Molayî alên kesk, sor û zer û ala Kongra Star hatin hildan. Dirûşmên "Berxwedan jiyan e","Jin Jiyan Azadî", "Bimre îxanet" û"Na ji êrişan re" jî hatin berzkirin.

Meş li Qada Şehîd Egîd bi dawî bû û deqeyekê rêz hat girtin. Piştre hevseroka Meclisa Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) a bajarê Kobanê Bêrîvan Îsmaîl axivî. Bêrîvan Îsmaîl êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û got: "Em sersaxiyê ji tevahî  malbatên şehîdên Kurd û Kurdistanê re, bi taybet ji malbata şehîd Xezal Molayî re dixwazin. Şehadeta Xezal Molayî îro xuya dike ku dijmin dixwaze êrişî li ser nirxên gelên Kurd bike. Çi li Başûrê Kurdistanê dibe û çi li Rojavayê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê dixwazin êrişî destkeftiyên Kurdan bikin."

Bêrîvan Ismaîl bi bîr xist ku li Rojavayê Kurdistanê jî bi dehan jinên pêşeng hatin hedefkirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Beriya çend rojan me dît çawa êrişî ala kesk, sor û zer kirin. Bi vê yekê dixwazin maf û destketiyên gelê Kurd binpê bikin. Lê em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Em ê nehêlin tu kes destkeftiyên şoreşa me têk bibe. Em ê her tim di nava têkoşînê de bin û destkeftiyê xwe biparêzin."

Meş bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e" û "Bimre îxanet" bi dawî bû.

(sş/bb)

ANHA