Şêniyên Dêr Hafirê komkujî şermezar kir

Şêniyên bajarê Dêr Hafirê komkujiya ku çekdarên hikumeta Şamê kiribû, şermezar kir.

Şêniyên Dêr Hafirê komkujî şermezar kir
Şêniyên Dêr Hafirê komkujî şermezar kir
Şêniyên Dêr Hafirê komkujî şermezar kir
Şêniyên Dêr Hafirê komkujî şermezar kir
Şêniyên Dêr Hafirê komkujî şermezar kir
Şêniyên Dêr Hafirê komkujî şermezar kir
Şêniyên Dêr Hafirê komkujî şermezar kir
Şêniyên Dêr Hafirê komkujî şermezar kir
Şêniyên Dêr Hafirê komkujî şermezar kir
Şêniyên Dêr Hafirê komkujî şermezar kir
Şêniyên Dêr Hafirê komkujî şermezar kir
22 îlon, 2025   10:27
TEBQA

Çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 20’ê Îlonê li gundê Em El Tîna yê bajarê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê komkujiyek pêk anîbû. Di encamê de 7 sivîl şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Şêniyên Dêr Hafirê komkujî bi tundî şermezar kir û xwest şer were rawestandin.

Ednan El Mihemed komkujî bi tundî şermezar kir û got: "Ji ber şer û kuştinê em perîşan bûn. Em ji bilî jiyanek azad, diyalog, tifaqa di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê de tiştek din naxwazin.”

Şêniya bi navê Meha El Xelef jî got: "Ji ber bûyera li Um El Tînayê rû daye em gelekî êşiyan. Malbatek tu guneh nekiribû bi temamî hat qetilkirin. Şevek giran di ser şêniyên Dêr Hafirê re derbas bû. Ji ber êrişa hovane ji malbatekê 7 kes hatin qetilkirin. Vê sibehê yek din jiyana xwe ji dest da.”

Mehayê hêvî kir ku şer bi dawî bibe û gelê Sûriyeyê bêyî destwerdanên derve bijîn. Her wiha xwest gelên Sûriyeyê li hemberî sûcên ku li dijî tevahî pêkhateyan tê kirin, bibin yek.

Şêniyê bi navê Hec Ehmed El Mihemed ê ji devera Resm El Xemîs ê girêdayî Dêr Hafirê jî komkujî şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest. Hec Ehmed El Mihemed got: "Em naxwazin ev bûyera biêş dubare bibe. Di şer de hemû windahiyan dibînin. Mirina mirovekî/ê bêguneh ji bo tevahî sûriyeyiyan windahiyek e."

Hec Ehmed El Mihemed di dawiya axaftina xwe de banga diyalogan kir û got, her ku gelê Sûriyeyê nêzî tifaqekê bû, hêzên derve destwerdanê dikin da ku tifaqê têk bibin.

(bb)

ANHA