Hevserokê Gerînendetiya avê ji Bendava Tişrînê peyam da

Li hemberî metirsiyên ser Bendava Tişrînê, Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Kantona Firatê Mesûd Bozê, li ser bendavê peyam da: “Piraniya pêdiviya av û kehrebeya Kantona Firatê ji vir tê pêşwazîkirin. Lê ji ber êrişan niha av û kehrebe qut bûye. Heta ku xeterî bidawî bibe, emê têbikoşin.

Hevserokê Gerînendetiya avê ji Bendava Tişrînê peyam da
11 ÇILE, 2025   11:37
BENDAVA TIŞRÎN
DICLE EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev zêdetirî mehekê ye, bênavber êrişî Bendava Tişrîn û herêmên din ên Bakûr û Rojhilatê dikin. Bendava Tişrînê yek ji jêderên sereke yên av û kehrebeya herêmê ye. Lê ji ber êrişan li piraniya Firatê av û kehreba qut bûye. 

Li hemberî van êrişan xelkê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û nirxên herêmê, ev 4 roj in li ser Bendava Tişrînê di çalakiyê de ye.

Em jî, li herêmê hem çalakiya gel dişopînin, hem jî dibin şahidên êrişên dagikeran li ser bendavê û derdora wê.

Rojane dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi balafirên bê mirov û yên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin. Lewma metirsiya hilweşandin an jî bi temamî ji xizmetderketinê ya bendavê heye.

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Kantona Firatê Mesûd Bozê ku ew jî bi gel re di çalakiya nobedariya bendavê de ye, têkildarî mijarê ji ANHA`yê re axivî.

Mesûd Bozê destnîşan kir ku ew ji bo parastina bendavê û piştgiriya berxwedanê hatine ser bendavê.

Mesûd Bozê bal kişand ser metirsiyên li ser bendavê û wiha got: “Bi taybet pêdiviya bajarê Kobanê ya av û kehrebeyê ji çemê Firatê tê pêşwazîkirin. Lewma niha zehmetiyek mezin heye. Dema em dibînin av heye, lê ji ber êrişan tê qutkirin, em pir aciz dibin.”

Mesûd Bozê da zanîn ku eger tenê rojek ji temenê wan bimîne jî, heta xeteriya li ser bendavê hebe ew ê liber xwe bidin.

Li hemberî zêdebûna êrişên dagirkirina, xelkê Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê roja 8`ê Çileyê (2025) li ser bendavê dest bi çalakiya nobedariyê kir. Çalakî bi beşdariya komên nû didome.

(a)

ANHA