Şêniyên Çilaxayê: Êrişên li dijî Rojava berdewama Komploya Navneteweyî ne

Şêniyên Çilaxayê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku êrişên li dijî Rojava berdewawa komployê ne. Şêniyan got ew ê bi yekitiya xwe destkeftiyên xwe biparêzin.

Şêniyên Çilaxayê: Êrişên li dijî Rojava berdewama Komploya Navneteweyî ne
13 sibat, 2026   03:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Bi boneya salvegera Komploya 15`ê Sibatê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, şêniyên bajarê Çilaxa komplo şermezar kir û diyar kir ku êrişên îro li dijî gelê Kurd berdewama komployê ne.

Şêniyê bi navê Xurşîd Delî got: "Hêzên cîhanî yên ku komploya navneteweyî bi rêve birin, hîn jî hewl didin şoreşa Rojava tê bibin û ji bo tunekirina Kurdan êrişan pêk tînin."

Delî her wiha got ji bo têkbirina vê komployê divê yekitiya Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê were xurtkirin û got, di heman demê de hewcedarî bi  parastina civakî û şerê gelê yê şoreşgerî û piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Yekîneyên Parastna Jin (YPJ) heye.

Delî da zanîn ku serkeftina şoreşa Rojava tê wateyea têkbirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan.

Şêniya bi navê Selamet Remo tecrîda berdewam a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku komplo êrişek li ser hebûna gelên ku hesreta azadiyê bû. Selametê diyar kir ku hevgirtina navxweyî û parastina civakê bersiva rastîn a li hember hewldanên tunekirina gelê Kurd e.

Selametê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya berdewamiya berxwedanê û piştgiriya hêzên leşkerî yên Kurd, ji bo parastina nasname û hebûnê.

Şêniyê bi navê Mîlad El Akûb ê ji pêkhateya Ereb komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. El Akûb da zanîn ku hêzên navneteweyî û herêmî yên ku komplo pêk anîn, niha hewl didin îradeya gelên ku îdeolojiya wî qebûl kirine têk bibin. El Akûb diyar kir ku hewldanên ji bo pêkanîna nakokî û mezhebperestiyê di navbera pêkhateyên herêmê de beşek ji vê komploya berdewam a ji bo tunekirina gelên ku ji bo azadiyê têdikoşin e.

El Akûb diyar kir ku komplo tenê bi yekitî, rêxistin û berxwedanê dikare were têkbirin.

(k)

ANHA