Malbatên şehîdan: Şehîdên me nirxên herî pîroz in, em ê şopdarên rêya wan bin

Malbatên şehîdan ên ji Kobanê diyar kir ku ew xerabkirina pakrewangehên şehîdan ku çete xirab dikin şermezar dikin û got “Şehîdên me nirxên herî pîroz in, em ê şopdarên rêya wan bin.”

Malbatên şehîdan: Şehîdên me nirxên herî pîroz in, em ê şopdarên rêya wan bin
13 sibat, 2026   05:50
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Malbatên şehîdan ên Kobanê der barê xirabkirina pakrewangeha şehîdan a li Reqayê ku çeteyan xirab kiribûn, ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.

Şemsê Mihemed anî ziman ku çeteyên pakrewanên şehîdan xirab dikin, şermezar kir û wiha got: "Her kesî li ser gelê Kurd hevpeymanan îmze dikin û gelê Kurd difiroşin hev. Em îxaneta dewletan şermezar dikin û em ê her tim li pey doza şehîdên xwe bin û tu carî dest ji xeta şehîdên xwe venagerin.”

Şemsê anî ziman ku ew ê mîrasa şehîdên xwe biparêzin û got: “Dijmin heta ji gorên şehîdên me ditirsin, lewma Pakrewangehên şehîdên me xirab dikin. Em xwedî şehîd in û em gelê azadîxwaz in, tu carî em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û şopdarên rêya wan bin.”

Nejmê Kenco destnîşan kir ku şehîdên wan xeta wan a sor e û wiha got: “Hemû cîhanê xwe ji bo mafên gelên Kurd bê deng û kor kiriye. Her kes dema ku mijar dibe Kurd tiştekî nabînin û xwe bêdeng dikin. Dijmin pakrewangehên şehîdên me xirab dikin, ma cîhan tevahî vê yekê nabîne, cîhanê ji bo gelê Kurd xwe kor dike. Mafên Kurdan li vê cîhanê tune kirine.”

Nejmê diyar kir ku vaye Kobanê di dorpêçeke herî giyan de ye û her kesî ji bo Kurdan xwe bêdeng kiriye û wiha got: “Heya yek ji me hebê em ê parastina zarokên xwe û hestiyên zarokên xwe bikin û em ê nehêlin tu kes derbasî axa me yê ku bi xwîna zarokên xwe hatiye avdan, bibe.”

Dinya Mihemed jî anî ziman ew ê her tim şopdarên rêya şehîdên xwe bin û xewn û xeyalên wan ta azadiyê pêk bînin û wiha got: “Şehîdên me xeta me ya pîroz in, em ê tu carî dest ji xeta wan bernedin. Şehîdên me hebûn û nasnameya me ne. Şehîdên me nirxên herî pîroz in, em ê şopdarên rêya wan bin."

ANHA