Li Humsê çekdaran welatiyek qetil kir û erebeya wî dizîn

Di êrişa çekdarî ya li bajarê Humsê de welatiyek hat qetilkirin û erebeya wî hat dîzin.

Li Humsê çekdaran welatiyek qetil kir û erebeya wî dizîn
12 sibat, 2026   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji bajarê Humsê ragihand ku welatiyê bi navê Wesîm El Eşqer ê ji taxa El Sebîl li ser destê çekdaran hate qetilkirin.

Nûçegihan aşkera kir ku çekdaran 3 gule berdan Wesîm El Eşqer, piştî qetil kir jî erebeya wî dizîn.

Li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê tevlihevî, qetilkirin, revandin, tevliheviya ewlehî, belavbûna çekan û nehesabdayîn zêde bûne.

(ac/fr)

ANHA